Ciwanên HDP'ê bertek nîşanî binçavkirin û girtina ciwanan dan 2019-11-17 12:36:02   MÊRDÎN - Mecclîsa Ciwanên HDP'ê yên Mêrdînê, bi boneya binçavkirin û girtina ciwankan şermezar bike, daxuyanî dan.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya binçavkirin û girtina li dijî endamên xwe şermezar bike daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek kes beşdarî daxuyaniya meclisa ciwanan bûn. Li ser navê meclîsa ciwanên HDP'ê ya Mêrdînê Sultan Irmak, daxuyanî da û binçavkirina ciwanan a li Amed û Stenbolê şermezar kir. Irmak, destnîşan kir ku ew tevî hemû binçavkirin û girtinan tu carî gavan paşve navêjin û heta bi ser bikevin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.    Ciwanan bi dirûşmeya “Zext me bêzar nakin" dawî li çalakiyê anîn.