Di 13 rojên mijdarê de 19 kesan ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anîn 2019-11-17 09:12:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 13 rojên ewil ên meha mijdarê de 3 malbatan bi komî dawî li jiyana xwe anîn. Di 13 rojan de bi giştî 19 kesên di navde mamoste, parêzer, ciwan, pîr û zarok hebûn dawî li jiyana xwe anîn.    Li Tirkiye betalî xizanî her ku diçe zêde dibe. Li gorî îstatîstîkên TUÎK'ê û DÎSK-AR'ê di salên dawî de krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Betalî û xizanî her ku diçe zêde dibe. Enflasyon zêde dibe û êdî betir welatî dikevin bin deynan. Li gorî qeyda rapora ÎŞKUR'ê ya 2018'an, di serdema AKP'ê de, hêjmara kesên betal 3 milyon û 509 hezar û 603 kes zêde bûne û ji sedî 497 zêde bûye. Di sala 2003'an de dema nû AKP hat îktîdarê li Tirkiyeyê 587 hezar û 479 karkerên betal hebûn û di serdema AKP'ê de hêjmara karkerên betal ên qeydkirî ji sedî 497 zede bûye. Li gorî raporê ji sedî 82 karkerên betal jin û ciwan in. Hêjmara karkerên jin û ciwan ên betal di serdema AKP'ê (2003-2018) de ji sedî 896 zêde bûye. Ji ber betalî û xizangiyê herî dawî di nava 13 rojan de 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 19 kesên jiyana xwe ji dest dan, 3 malbatan bi komî dawî li jiyana xwe anîn. Dîsa di nava wan de mamoste, parêzer jin, ciwan pîr û zarok jî hene. Li gorî lêkolînan ji ber deynên wan hebû û nikaribûn debara xwe bikin dawî li jiyana xwe anîne.    Di nava 15 rojan de kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:    16 mijdar: Li Navçeya Çinarê ya Amedê mamosteyê bi peyman Esat Tarhan, ji ber deynan dawî li jiyana xwe anî.    15 mijdar:  Li navçeya Bakirkoy a Stenbolê, dayik Zubeyde Delen, bav Bahattin Delen û zarokê wan Alî Delen li malê mirî hatin dîtin. Hat zanîn ku ji ber deynê wan heye dawî li jiyana xwe anîne.    14 mijdar: Mamosteya Tirkî ya 25 salî Saadet Harmanci, li Dilokê xwe ji apartmanê avêt û dawî li jiyana xwe anî.    13 mijdar: Li navçeya Kartepe ya Kocaelî, Sezer S. yê 25 salî xwe darve kir û dawî li jiyana xwe anî.    09 mijdar: Li Antalyayê li qate jor ê avahiyekê de Bav Selim (36), dayik Sultan Şimşek (38) û zarokên wan Ceren (9) û Ali Çınar Şimşek (5) li malê mirî hatin dîtin.    09 mijdar: Xwendekara Zanîngeha Adnan Menderes a Aydinê ku beşa Civaknasiyê dixwend, Özgecan A., li taxa Orta ya Navçeya Efelerê dawî li jiyana xwe anî.    08 mijdar: Li navçeya Derînce ya Kocaeliyê Onder K. (31), li malê dawî li jiyana xwe anî.    06 mijdar: Li navçeya Fatihê ya Stenbolê Cuneyt, Oya, Yaşar û Kamuran Yetişkin li malê mirî hatin dîtin.    06 mijdar: Li Bilecikê Ceyhun Furkan A. ê 21 salî li malê dawî li jiyana xwe anî.    05 mijdar: Li Mereşê jina 65 salî li malê dawî li jiyana xwe anî.    04 mijdar: Li Sakaryayê parêzerê stajyer ê 23 salî Musa Yavuz A. li nava baxçeyê zeytûnan dawî li jiyana xwe anî.