'Xebatkarên AVM'yan bi berxwedana li AVM'yan tozika mirî ya li ser xwe avêtin' 2019-11-17 09:10:15   STENBOL – Serokê Şaxa Sendîkaya Sosyal-Îş'ê ya Stenbolê Mûstafa Agûş, destnîşan kir ku xebatkarên li AVM'yan di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin û got, bi berxwedana karkerên Kotonê re xebatkarên li AVM'yan tozika mirinê ya li ser xwe avêtine.    Xebatkarên li Navendên Alvêrê (AVM) di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin. Xebatkar rojê 12 saetan dixebitin û gelek caran di cejnan û betlaneyên fermî de jî destûra wan nayê dayîn. Serokê Şaxa Sendîkaya Sosyal-Îş'ê ya Stenbolê Mûstafa Agûş, diyar kir ku ji ber van şert û mercên zehmet ji bo xebatkarên AVM'yan "koleyên modern" tê gotin.    Agûş, da zanîn ku 10 sal berê li Tirkiyeyê tenê 45 AVM hebûn, lê belê niha 500 heb hene û got, li gorî lêkolînên wan li AVM'yan nêzî 500 hezar kes dixebitin. Agûş, anî ziman ku li van deran karker pir tên xebitandin û got: "Di betlaneyên fermî û cejnên dînî de jî dixebitin. Pêdiviya lavaboyê tiştekî insanî ye, lê belê ji bo vê jî dor nayê wan."    Agûş, destnîşan kir ku ji ber van şert û mercan nexweşînên pîşeyî li karkeran peyda dibin û got: "Karkerên AVM'yan di emrê ciwan de li ber deriyên nexweşxaneyan disekinin. Hin jê 12 saetan dixebitin. Hin jê ji ber li ser piyan dixebitin fitqoyî dibin. Ji ber stres û mobbîngê di warê ruhî de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin."    Agûş, diyar kir ku ji bo vê mînaka herî baş karkerên Kotonê ye û got, bi berxwedana wan karkerên li AVM'yan tozika mirî ya li ser xwe avêtine.    'DIVÊ RÊ LI BER RÊXISTINBÛYÎNÊ BÊ VEKIRIN'   Agûş, anî ziman ku ji bo pêşî li ber van rewşên neyînî bê girtin, divê kontrolkirina li AVM'yan zêde bibe, saetên mesaiyê kêm bibin, divê şert û merc baş bibin ku xebatkar pêdiviyên xwe yên insanî pêk bînin.    Agûş, destnîşan kir ku divê rê li ber rêxistinbûyîna sendîkayî bê vekirin û got: "Divê xebatkarên AVM'ê demildest di bin banê sendîkayan de xwe bi rêxistin bikin û ji bo wan peymanên giştî pêk bên. A girîng ew e ku ev hevalên me ji van şert û mercên koletiya modern bên xelaskirin."