Karataş: Dixwazin Tirkiyeyê bikin çopgeha nukleerê 2019-11-17 09:07:31   STENBOL – Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê ya Sînopê Zekî Karataş, ji bo santralên nukleerê yên tên çêkirin anî ziman ku Tirkiyeyê vediguherînin çopgeha nukleerê û got, bi têkoşîneke topyekûn wê santral bên astengkirin.    Berdevkê Platforma Li Dijî Nukleerê Zekî Karataş, bal kişand ser projeyên nukleerê yên li Mêrsîn, Kirklarelî û Sînopê. Karataş, destnîşan kir ku meseleya santralên nukleerê pirsgirêkeke kurewî ye.    Karataş, destnîşan kir ku wekî ku îktîdar îfade dike santralên nukleerê ne "enerjiyeke neteweyî û xwecihî" ne û got: "Em ji Akkûyûya Mêrsînê fêm dikin ku cihê santral lê hatiye çêkirin, aîdî şîrketa Rosatom a Rûsyayê ye. Yanî li welatê me axa welatekî din heye. Dibe li Sînopê jî rewşeke wiha hebe. Li cîhanê qadên nukleerê ne zêdeyî 2 kîlometreya ne. Lê belê li Sînopê ev yek 10 kîlometre û nîv e."    ‘PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI NUKLEERÊ TUNEYE'    Karataş, felaketên nukleerî yên berê pêk hatine jî bibîr xist û got: "Li cşhanê nêzî 6 hezar felaketên nukleerî pêk hatine. Ji vana ya herî berbiçav di sala 1979'an li DYA'yê û di sala 1986'an de jî felaketa Çernobîlê pêk hat û di sala 2011'an de jî Fûkûşîma pêk hat. Tiştên li vira jî nîşan didin ku li wir parastina jiyanê pir kêm e."    Karataş, teqîna li Çernobîlê bîbîr xist  û got: "Mesafeya di navbera Çernobîl û Tirkiyeyê de hezar û 600 kîlometre ye. Ev yek çi qqasî tesîr li me kiribe, heger li Tirkiyeyê yek pêk bê wê tesîrê li tevahiya Tirkiyeyê bike." Karataş, anî ziman ku pêdiviya Tirkiyeyê bi enerjiya nukleerê tuneye.    ‘WELAT VEDIGUHERÎNIN ÇOPGEHA NUKLEERÊ'    Karataş, destnîşan kir ku îktîdar dixwazin sermayeyên biyanî bêtir dewlemend bikin û welat bikin çopgeha nukleerê û got: "Ev 50 sal in sewdaya bivê nevê ya hikûmetên Tirkiyeyê ye. Wê ev yek tiştekî li Tirkiyeyê zêde neke."    TÊKOŞÎNEKE TOPYEKÛN    Karataş, bilêv kir ku wê têkoşîna wan a li hemberî santralên nukleerê bidome û got: "Divê em di vî warî de gel bêtir serwext bikin." Karataş, anî ziman ku ji bo projeyên nukleerê pêk neyên pêdivî bi têkoşîneke topyekûn heye û ji bo vê bang li her kesî kir.