Komeleya Lêkolînên Kurdî: Divê ji bo yekîtiya neteweyî gavine berbiçav bên avêtin 2019-11-17 09:05:56   STENBOL - Mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî, diyar kirin ku ji bo yekîtiya neteweyî divê partî û saziyên kurdan xebatên rêxistinbûyînê bikin û mekanîzmayekê çê biki û gotin, êdî divê gavine berbiçav bên avêtin.    Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, careke din girîngiya yekîtiya neteweyî derket holê. Mamosteyên Komeleya Lêkolînên Kurdî, anîn ziman ku ji bo yekîtiya neteweyî êdî divê gavine berbiçav bên avêtin.    ‘HÎN JÎ MEKANÎZMAYEK NEHATIYE ÇÊKIRIN'    Mamoste Eyyup Sûbaşi, diyar kir ku divê rêxistinên civaka sivîl pirsgirêka Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bikin rojeva xwe û ji gotin, hîn jî ji bo vê mekanîzmayek nehatiye çêkirin. Sûbaşi, anî ziman ku divê xebatên ji bo kongreya neteweyî dest pê bikin û got: "Partî, dibêjin em dixwazin yekîtiya neteweyî çê bibe. Lê belê hîn jî organîzeyek tuneye."    'DIVÊ GAVINE BERBIÇAV BÊN AVÊTIN'    Sûbaşi, destnîşan kir ku anî ziman ku divê ji bo hestên çêbûna gavine pratîk bên avêtin û got: "Gel, dikare li Amed, Hewlêr, Silêmaniye û deverine din ên Kurdistanê mîtîngan li dar bixe. Divê gavine berbiçav ên bi vî rengî bên avêtin. Divê saziyên sivîl û siyasî li ser asasê 'Em çawa karibin yekîtiya neteweyî pêk bînin?' organîzasyonekê pêk bînin û gavine pratîk bavêjin."    Mamsote Aytekîn Akdemîr, diyar kir ku yekîtiya neteweyî tenê ne pirsgirêka siyasî ye û got, divê saziyên kurdan bi hev re tev bigerin. Akdemîr, got: "Bi milyonan kurd ji warê xwe dûr in. Li bajarên tirkan bi awayekî prçekirî dijîn. Bi sedan sazî û dezgeh vekirine. Bila fikrê her kesî bê girtin. Temeniya me hemûyan welatê me ye. Loma divê yekîtiya me çê bibe."    ‘XEYALA SEDSALÎ'    Akdemîr, destnîşan kir ku bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel kurdan hişmendiya yekîtiya neteweyî bilind kiriye û bal kişand ser girîngiya pêwendiya di navbera partî û saziyên kurda. Akdemîr, anî ziman ku yekîtiya neteweyî xeyala sedsalî ya kurda ye ûg ot: "Daxwaza gelê Kurdistanê yekîtiya neteweyî û Kurdistaneke yekbûyî û demokratîk e. Bi pratîka fikra yekîtiyê wê ev xeyal pêk bê. Divê kongre bê lidarxistin û astengiyên li ber vê bên rakirin. Heger ev xeyal pêk bê, wê moraleke mezin derkeve holê."