Xwestin Hevşaredara Pirsûsê 2 rojên din di bin çavan de be 2019-11-16 19:04:27   RIHA -  Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevik ku qeyûm tayîni şûna wê hat kirin, 2 rojin di bin çavan de ye.  Serdozgeriyê xwest ku hevşaredar Çevîk 2 rojên din jî di bin çavan de bimîne.    Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku ji ber lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê ve hat destpêkirin, duh bi angaşta "endamtî û propagandaya rêxistinê" hatibû binçavkirin û ji peywirê hatibû dûrxistin. Îro Qaymeqamê Pirsûsê Kenan Aktaş weke qeyûm tayînî şûna wê hat kirin. Çevîk ku hê jî di bin çavan de ye, bi daxwaza dozgeriyê binçavkirina wê hat dirêjkirin. Serdozgerê komarê yê Pirsûsê xwest Çevîk 2 rojên din jî di bin çavan de bê hiştin.      Beriya vê serdemê di 11'ê Tebaxa 2016'an de jî qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hatibû kirin. Piştî rêveberiya 3 salan a qeyûm, di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de gelê Pirsûsê bi rêjeya ji sedî 59'ê vîna xwe radestî HDP'ê kir.  Îro piştî tayînkirina qeyûm careke din derdora şaredariyê bi maşîneyên zirxî û bi sedan polisan bhatiye dorpêçkirin. Bi vê yekê re menzereya derdora şaredariyê veguherî 11'ê Tebaxa 2016'an.