Rêxisitnên elewiyan: Em dibêjin êdî bes e 2019-11-16 18:39:57   STENBOL – Gelek rêxistinên elewiyan, li dijî polîtîkayên tundiya li ser wan tên meşandin, li Stenbolê kom bûn. Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Elewî Celal Firat, diyar kir ku êdî tu kes nikare elewiyan perçe bike û dê nebin depoya dengan a hilbijartinê.    Rêxistinên Elewî, bi şîara “Di rê de yekîtî di têkoşînê de yekîtî" li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê li Dergahê Pîr Garîp li hev kom bûn. Nûnerên Konfederasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa, Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal, Federasyona Komeleyên Alevî, Federasyona  Vakifên Alevî û Komeleya Elewiyên Demokratik amade bûn. Di civînê de zextên li ser elewiyan tên kirin û li diji van zextan rê û rêbazên çareseriyê niqaş kirin. Parlamenterên HDP'ê Alî Kenanoglu, Zeynel Ozen, Kemal Bulbul, Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker û nûnerên saziyên elewî yên Tirkiye û Ewropa amade bûn. Çerag vexistin û semah gerandin.    Serokê Giştî yê Gederasyona Komeleyên Alevî Celal Firat axaftina vekirinê kir û wiha got: “Em dê zextên li ser me tên meşandin bi axivin. Em dê pergala li ser me tê ferzkirin bi axivin. Divê em xwe bi çûk nebînin û hêza xwe bibînin. Em dê binesaziya çand û civaka xwe bi axivin. Em dê rêhevaltiya ji dil û can, yarenligê parve bikin. Hebûna elewiyan her dem hin kesan bêzar dike. Heta niha elewî rastî gelek polîtikayên bişaftin û gelek komkujiyan hatine. Lê encam bi dest nexistiye. Tu carî kîn û nifrîna li hemberî me tu carî bi dawî nebûye. Di serdema Selcîkî û Osmaniyan heta Serdema Komarê vê yekê berdewam kiriye. Her dem civaka elewî hatiye wêdekirin. Em li Koçgirî, Dersîm, Mereş, Meletî, Çorum û gelek cihên din rastî komkujiyê hatine. Em rastdî sirgûnê hatine. Dema em sergûn bûn, me bîr, bawerî û çanda xwe bi civakên cuda bêyî pirsgirêk bijîn mezin kir û belav kir. Lê em her dem hatin redkirin. Em dibêjin êdî bes e. Em êdî nabin depoya dengan. Em êdî xwe perçe nakin û em dê yekîtiya xwe biparêzin."