Jiyan û têkoşîna Memed Uzun vegotin 2019-11-16 18:13:24   AMED – Nivîskarên beşdarî panela DTO'yê ya “Wêjeya Kurd û Mehmed Uzun” bûn, jiyan û têkoşîna Memed Uzun vegotin.    Odeya Tabîban a Amedê (DTO) li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê panela “Wejeya Kurd û Mehmed Uzun” li dar xist. Dr. Veysi Ulgen moderatoriya panelê kir. Di panelê de Nivîskar Selîm Temo, Roza Metîna û Serokê DTO’yê yê berê Dr Adem Avcikiran amade bûn. Serokê DTO’yê Mehmet Şerîf Demîr ewil qala girîngiya ziman û tenduristiyê kir û xwest têkoşîna zimanê dayîkê bidome.  Moderator Dr Veysî Ulgen jî diyar kir ku Mehmed Uzun bandorek mezin li ser jiyana wî kiriye û bîraninên Memed Uzun vegot. Ulgen, destnîşan kir ku Uzun di wêjeya kurd de xwediyê cihekî girîng e.   Nivîskar Roza Metîna jî diyar kir ku Mehmed Uzun bi têkoşînê tê bîra wan û wiha axivî: “Dema mirov behsa Uzun bike hêvî û jêderka wêjeya nûjen ya çanda kurdî tê bîra mirov. Jiyaneke têr û tejî derbaskiriye.Mehmet Uzun dibêje ku divê gelê kurd dîroka xwe baş bizane. Heke tişta ku li te ferz kirin dibê ka ew rast e. Ji ber vê yekê divê dîroka xwe baş bizanibin. Zilma li Uzun hatiye kirin piştî mirina wî jî tê kirin. Qeyûm tabelaya parka bi navê Mehmet Uzun rakir û guhert û hilweşand."    ‘SAX BÛYA DÊ XELATA NOBELÊ  STENDIBÛYA'    Dr Adem Avcikiran jî diyar kir ku Mehmed Uzun hevalê wî yê zaroktiyê ye û wiha got: “Li Sêwereg e hevaltiyeke me ya dirêj çêbû. Pereyên ku malbata wî didan ji bo ku biçe sînemayê pirtûk distandin. Dema ji girtîgehê derket xebatên xwe domandin û pişt re dîsa hat girtin. Dema derket mecbûr ma ku biçe Swedê. Zimanê wî yê edebî gelek baş bû heke sax bûya wê Xelata Nobelê ya Wêjeyê standibûya. Divê li têkoşîna Uzun xwedî bê derketin."    ‘JI BO ZIMAN GELEK BEDEL HATINE DAYÎN'    Herî dawî nivîskar Selîm Temo jî qala girîngiya axaftina zimanê zikmakî kir û wiha got: “Heke welatê kurda nehatibûya dagirkirin niha wêjeya kurda li ku derê bû. Gelek bedel hatine dayîn ji bo ziman gereke ev li ber çava werin girtin." Temo, behsa dîroka wêjeya kurdî û cihê Mehmed Uzun ê dîrokî kir. Temo, diyar kir ku dixwaze wêje ya Mehmed Uzun di her qada jiyanê de bide jiyîn.   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû