Hiso: Hêzên cîhanê li dijî êrîşan bêdeng in 2019-11-16 17:10:51   QAMIŞLO - Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hîso, beşdarî merasîma oxirkirina 2 şervanên QSD'ê û welatiyekî bû û diyar kir ku Tirkiye hewl dide komkujiyên xwe li dijî gelê herêmê dubare bike. Hiso da zanîn ku hêzên civakî yên navdewletî li dijî van êrîşan bêdeng in û helwesta xwe anî ziman.    Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanên QSD`ê Edê Ebas (Îvan Himsî), Xalif Xelef (Zinar Qamişlo) yên di 11’ê Mijdarê de li navçeya Til Temirê di şerê li dijî Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê Amir Elî ku di 11`ê Mijdarê de di teqîna li bajarê Qamişlo de birîndar bû û di 13`ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da, bi merasimek girseyî defin kirin. Cenazeyên 2 şervanên QSD'ê û welatî bi kulîlkan hatin xemilandin û ji aliyê bi hezaran ve li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin pêşwazîkirin. Merasîma cenazeyan bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso, êrişên Tirkiyeyê ne kiryareke nû ne û tiştên ku pêk tîne, dûrî nirx û pîvanên mirovahiyê û exlaq in. Xerîb Hiso bêdengiya civaka navdewletî der barê êrişên TSK'ê û komên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: “Civaka navdewletî û hêzên cîhanî der barê êrişên artêşa Tirk de tu helwesteke cidî nîşan neda. Ji ber vê yekê civaka navdewletî deyndarê gelên herêmê ye, ji ber gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hovanetrîn rêxistinên ku dewleta Tirk piştevaniya wan dike, li ber xwe dan.”   'TIRKIYE KOMKUJIYA LI DIJÎ GELÊ HERÊMÊ DUBARE DIKE'    Xerîb Hiso, da zanîn ku Tirkiye hewl dide komkujiyên xwe li dijî gelê herêmê dubare bike û wiha lê zêde kir: "Îsbata vê yekê êrişên niha li ser navçeya Til Temrê ne Osmaniyan li dijî gelê Ermen de komkujî pêk anîn û niha dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê Ermen li Til Temirê qir bike. "   Piştî axaftinê wesîyetên her 3 kesan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Nasnameya Heqî Ehmed (Hesen Qamişlo) ku di 11`ê Mijdarê de li navçeya Til Temirê jiyana xwe ji dest da û Suha Hemê (Zinarîn Amûdê) ku di 11`ê Mijdarê de li derdora Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da aşkere kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê Îvan Himsî û Zinar Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl hatin oxirkirin û cenazeyê Amir Elî li goristana şehîdên sivîl a li taxa Meyselûn a rojhilatê bajarê Qamişlo hate oxirkirin.