Li Stenbol û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan 2019-11-16 16:40:00   ENQERE/STENBOL -  Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê di çalakiya "Rûniştina F" de xwestin Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar sermest bê berdan. Înîsiyatifa Ji Girtiyen Nexweş re Azadî ya Enqereyê jî xwest Pinar Tîkît a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye serbest bê berdan.    Parazvanen mafên mirovan û xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan li Stenbol û Enqereyê çalakî li dar xistin û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, di hefteya 399'an de çalakiya "Rûniştina F", xwestin li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Lê polîsan destûr nadan ku malbat li qada Galatasarayêkom bibin. Xizmên girtiyan û komîsyona girtîgehan a ÎHD'ê çalakiya xwe li pêş ÎHD'a Stenbolê ya li Taksimê li dar xistin. Komîsyonê di çalakiyê de pankarta “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Di hefteya 399’an a Rûniştina F de bila girtî Serdal Yildirim  serbest bê berdan" vekirin. Vêhefteyê bal kişandin ser rewşa Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar û niha li Girtîgeha tîpa R a Metrisa Stenbolê dimîne. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Mehmet Acettin, bal kiyand ser rewşa Yildirim û got: "Yildirim di sala 2012’an de qezaya trafîkê derbas kir û felç bûye. Ji ber vê yeke neçar e bi sandalyeya bi teker bijî. Heta beriya bê girtin malbatê alîkariya wî dikirin. Yildirim di mijdara 2018'an de ji ber ceza lê hat birîn dîsa hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Piştre şandin Girtîgeha Tîpa R a Metrisê. Gotin dê hefteyê 2 rojan bibin dermankirinê û şandin Metrîsê. Lê 8 meh derbas bûn tenê 2 caran birine tedawiyê. Niha nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî. Divê emeliyat bibe. Lê ji ber rîska jiyanî nikare emeliyat bibe. Li gel rapora ATK’ê ya nikare li girtîgehê bijî jî di şertên pir zahmet de tê girtin. Divê bi lez Yildirim serbest bê berdan."    Acettin, dîsa xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan û li derve bên dermankirin.    LI ENQERE BAL KIŞANDIN SER REWŞA PINAR TÎKÎT'    Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş a Enqereyê jî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê di hefteya 271'an de li pêş şaxa ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê Înîsiyatifê Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Pinar Tîkît. Çevirmen, anî ziman ku di meşiyê Tîkît de kîsê anakroid heye û wiha got: "Di sala Gulana 2017'an de ji Girtigeha Tîpa M a Bayburtê sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê kirine. li gel rapora “Bi serê xwe nikare biji" dîsa nayê berdan. Ji bo tedawiya wê Manyetik Rezonans (Emar-MR) piştî çend meh şûnde hatin kişandin. Di şertên girtîgehê de emeliyata wê pir bi rîsk e. Biryar dane ku sewqî Nexweşxaneya Numune bikin. Lê di şertên girtîgehê de emeliyat pir bi rîsk e."    Çevirmen, xwest Tîkit serbest bê berdan.