Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin girtina Demîr û Aydin şermezar kir 2019-11-16 16:39:24   ENQERE - Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin (The Coalition For Women In Journalism), bi daxuyaniyekê girtina nûçegihana me Rûken Demîr û nûçegihan Jin News'ê Melîke Aydin şermezar kir   Koma piştevaniyê ya rojnamegerên jin a gerdûnî Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin (The Coalition For Women In Journalism),  têkildarî girtina nûçegihana me Rûken Demîr û nûçegihan Jin News'ê Melîke Aydin daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Di daxuyaniya bi ser navê "Em girtina rojnameger Rûken Demîr û Melîke Aydin şermezar dikin" hat weşandin de sînordarkirina rojnamegeriyê ku rojnamegerên jin para xwe ji digirin hat şermezarkirin û pêkanîn azadiya ramanê hat xwestin.    Daxuyanî bi kurtahî wiha ye:   "Ji ber binçavkirin û girtina nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Rûken Demîr û nûçegîhana Jin Newsê Melîke Aydin, em matmayî man. Em ji rayedaran daxwaz dikin ku demildest hempîşeyên meberdin.    Polisan bi ser mala Melîke ya li navçeya Konakê ya Îzmîrê de girt û binçav kirine û birine Miduriyeta Polisan a Îzmîrê. Melîke destê wê bi paş de kelemkirî birine, telefon û ekîpmanên wê yên rojnamegeriyê hemû desteser kirine. Di saetên serê sibehê de bi ser mala Rûken ya li Îzmîrê de girtine û wê jî destê wê bi paş de kelemçekirî birine Miduriyeta Polisan a Îzmîrê. Heta 24 saetan hevdîtina wan a bi parêzerên wan re hatiye qedexekirin û derbarê dosyayên wan de biryara nepeniyê hatiye derxistin.    Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin, azadiya çapameniyê ya Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne û sînordarkirina rojnamegeriyê ku rojnamegerên jin para xwe ji digirin şermezar dike û bang li rayedarên tirk dike ku azadiya ramanê pêk bîne."