Ocalan: Midurê Emniyetê ji bo pesnê wî bê dayîn hiqûqê binpê dike 2019-11-16 16:29:26 DÎLOK – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan li Dîlokê têkildarî binçavkirina 52 rêveber û endamên HDP’ê hatin binçavkirin axivî û ji bo Midurê Emniyetê yê nû hat tayînkirin got: “Ji bo eferîn bigire hiqûqê tune dihesibîne.”  Li ser fermana Dozgeriya Komarê ya Dîlokê di 14’ê mijdarê de li Dîlokê hevserok, rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê di nav de 52 kes hatibûn binçavkirin. HDP’ê ji bo şermezarkirina binçavkirinan xwest li Parka Yeşîlsû ya Dîlokê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe.    Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û rêveberên HDP’ê jî di nav de pankarta “Zext nikarin me bêzar bikin” vekirin û ji avahiya partiya xwe ber bi parkê ve dest bi meşê kirin. Piştî demek kin polîsan pêşiya HDP’iyan birî û destûrê nedan meşê.  Ji ber astengkirinê di navbera Omer Ocalan û amirên polîsan de nîqaş derket. Ocalan ji bo polîsan re got li dar xistina daxuyaniyê mafê destûra bingehîn ê her kesekî ye û piştî ew daxuyanî bidin dê belav bibin.    Lê polîsan ji ber sedema walîtiyê çalakî û daxuyaniyên li nav bajêr qedexe kirine destûr nedan.    Li ser vê yekê Ocalan wiha got: “Titşa hûn li dijî me dikin nayê qebûlkirin. Hûn bi giran û helîkoptêran operasyonê li dar dixin. Çi dibe? Hûn şovê dikin. Midurê Emniyetê yê nû hatiye tayînkirin ji bo eferîn û pesindayînê ji cihekî bistîne hiqûqê binpê dike.”    Hêj xirecirê dewam dikir, bi dehan polîs hatin û dora HDP’yan dorpêç kirin. Dawiyê de ji bo parka li hember avahiya HDP’ê destûr hat dayîn daxuyanî bê lidarxistin.    ‘DEMA DÎLOK BÛBÛ NAVENDA DAIŞ’Ê WE ÇI KIR?’    Omer Ocalan li vir axivî û wiha got: “Ji Hevserokê HDP’a Dîlokê bigire heta çayvanê partiyê jî hatiye binçavkirin. Tehamula wan li dijî daxuyaniyekê jî nemaye. HDP partiya sêyemîn a vî welatî ye. Titşên 5 sal qewimîn em hemû dizanin. Polîsên wê demê me dikuştin, me jop dikirin û gaz diavêtin ser me û îşkence li me dikirin niha hemû ji FETO’yê girtî ne. Hûn qanûnên vî welatî binpê dikin. Hûn destûra xwe ya bingehîn jî binpê dikin. Operasyona li dijî rêveber û endamên me şor dikin. Ev tenê şovek e. Tenê tevgera tunekirina gelê kurd e. Tişta tê kirin ji hewla darbeya 15’ê Tîrmehê necudatir e. We îradeya gel ji xwe re kiriye armanc. Armanca Midurê Emniyetê ew e peyam bide hin cihan. Herhal li benda terfîkirina xwe ye. Bila Midur Beg terora esil asteng bike. DAIŞ’ê di dawetek kurdan a li vî bajarî de bi dehan însanên me qetil kir. We çikir. Ev bajar veguherîbû cihê rêxistinkirin û şaneyên DAIŞ’ê. We wê serdemê çi dikir? Derkevin rave bikin. Em li pey siyaseta xwe ne. Hûn nikarin bi operaysonên çavtirsandin û şorkirinê me têk bibin.”    Piştî axaftina Ocalan daxuyanî bi dawî bû û HDP’î derbasî avahiya partiyê bûn.