Koçyîgît: AKP penaberan wek keysê bikar tîne 2019-11-16 15:59:04 STENBOL – Sempozyûma “Koçberî, penaberîtî û cudakariyê” ya HDK li dar dixe dest pê kir. Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît di sempozyûmê de axivî û got AKP penaberan li hember Ewropayê wek keysê bikar tîne.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) sempozyûma “Koçberî penaberî û cudakariyê” ya du rojan li dar dixe. Roja ewil a sempozyûma li Salona Şanoya Kenter a Şîşliyê tê lidarxistin dest pê kir. Hevberdevkên HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglu, Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî sempozyûmê bûn. Li salonê pankartên bi zimanê kurdî, tirkî û erebî ya bi nivîsa “Dinya mala me hemûyan e, penaberî ne terhcîhek e” daliqandin.    ŞENOGLU: TIRKIYE JI BO KOÇBERIYÊ BÛYE DOJEH    Axaftina vekirinê ya sempozyûmê hevberdevkên HDK’ê kirin.    Hevberdevk Sedat Şenoglu da zanîn ku ji bo polîtîkayên koçberiyê Tirkiye tam dojehek e û ji bo vê yekê jî koçberiya ermenan mînak nîşan da û wiha got: “Bi tehcîra ermenan bi milyonan însanan ji ser axa xwe koç kir. Di serdema pevguherînê (mübadele) de jî bi deh hezaran rûm koçberî Yewnanîstanê kirin. Bi deh hezaran tirkên li Yewnanîstanê jî koçî Tirkiyê kirin. Di salên 1990an de kurd ji welatê xwe û warên xwe bûn û bi deh hezaran kurd koçberî rojavayê Tirkiyê û derveyî welat hatin kirin. Van koçberkirina li Tirkiyê encamek giran li pey xwe hişt. Li dinyayê û Tirkiyê koçberî, penaberî û dijminahiya biyanan çavkaniya sereke ya faşîzmê ye. Ji bo koçberî ji holê rabe pêwîste dawî li şer û kedxwariyê were anîn.”    KOÇYÎGÎT: AKP PENABERAN BIKAR TÎNE    Hevberdevk Gulistan Kiliç Koçyîgît jî destnîşan kir ku erdnîgariya Rojhilata Navîn sed sal berê bi rastkêşê hatiye xêzkirin û parçekirin û got: “Ev parçekirin hêj dewam dike. Serhildanên di 2011’an de li Rojhilata Navîn dest pê kirin, da nîşandan ku sînorên sed sal berê bêwate bûne. Van serhildanan şoreşan bi xwe re anî. Lê dewletên emperyalîst xwestin van şoreşan bifetisînin. Piştî serhildanan û şer bi milyonan însan ji warên xwe koç kirin. Şerê herî dirêj li Sûriyê pêk hat. Li Sûriyê ji milyonek zêdetir însan di şer de jiyana xwe ji dest da. 6 milyon însan neçar ma koç bike. Beşek mezin a vê koçberiyê neçar man hatin Tirkiyê. Lê desthilatdariya AKP’ê jî vê rewşê ango rewşa penaberan li dijî Ewropayê wek keysê bikar tîne û hem jî meseleya penaberan wek amûrek mudaxeleya li dijî Sûriyê bikar tîne.”    ‘PERGAL LI SER BÊ MILKKIRINÊ AVA BÛYE’    Piştî axaftinên vekirinê, di rûniştina ewil a sempozyûmê de mijara “Kapîtalîzm, netew-dewlet û koçberî” hat nîqaşkirin.    Di vê rûniştinê de nivîskar Kemal Kalyon axivî û da zanîn ku div ê serdemê de gelek cûreyên koçberiyê hene û wiha got: “Pergal li ser bêmilk hiştinê ava bûye. Bê xwestin jî neyê xwestin jî beşek mezin a girîng nifûsê ji ser vê axê û welatê wan dike û viya ji xwe re wek pêwîstî dibîne. Îngîlistan mînaka vê ya herî girîng e. Gundiyan ji axa wan û jiyana wan komunal kir û berê wan da bajaran. Însanan ji axa xwe tên veqetandin bi hêsanî bajaran qebûl nakin. Di vê qonaxa girîng em têde derbas dibin koçberkirin ji nûve hatiye şidetkirin û em bi koçberiyên nû rû hevrû ne.”    ‘ERMEN DIXWAZIN LI SER AXA XWE BÊN VEŞARTIN’    Nivîskarê Rojnameya Agosê  Patrak Estukyan jî ku wek axaftina beşdar bû li ser mijara “Di Osmaniyan û Tirkiyê de dîroka koçberiyê” axivî û li ser şibandina dewleta Osmanî û Tirkiyê sekinî.    Estukyan da zanîn ku ermeniyan her tim ji ber dagirkirin û şeran neçar mane welatên xwe biterikînin û li ku dera cîhanê dibe bila bibe daxwaza ermenan hemû ew e ku li ser axa xwe werin veşartin.    'POLÎTÎKAYA ÎSKANÊ PÊK TÎNIN’    Nivîskar Namik Kemal Dînç jî gotûbêja “Di Osmanî û Tirkiyê de nifûsa dewletê û polîtîkayên îskanê” pêşkêş kir. Dînç bal kişand ser serdema împaratoriyê û wiha got: “Împaratî rêxistinek pirnetew e. Gelek netew û baweriyên wê hene. Netew-dewletan li ser xelkê polîtîkayên îskanê pêk anîn.”    Sempozyûmê bi rûniştinên din dewam kir.