Midura Nûçeyan a Jin News'ê Alagaş li Îtalyayê hêjayî xelatê hat dîtin 2019-11-16 15:58:23   STENBOL - Midura Nûçeyan a Jin News'ê Safiye Alagaş layîqî xelata ku li ser navê rojnamevana îtalî Marîa Grazîa Cûtûlî ku di êrîşeke El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest dabû tê dayîn, hat dîtin.      Koma RCS'ê ku Rojnameya Corrîere Della Sera jî di nav de li Îtalyayê gelek weşanên vedor diweşîne, di beşa rojnamegeriya navneteweyî de Midura Nûçeyan a Jin News'ê Safiye Alagaş layîqî xelata ku li ser navê rojnamevana îtalî Marîa Grazîa Cûtûlî ku di êrîşeke El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest dabû tê dayîn, dît.    Xelata ku îsal cara 15'emîn e tê dayîn, dê di 23'ê Mijdarê de li bajaroka Santa Venerîna ya girêdayî bajarê Cataniayê yê li Girava Sîcîlyayê ya Îtalyayê ku goristana Cûtûnî lê ye, bi merasîmekî diyarî Alagaş bê kirin.    Marîa Grazîa Cûtûlî nûçegîhana Rojnameya Corriere Della Serayê bû û di 19'ê Mijdara 2001'an de li Afganistanê di êrîşeke El Qaîdeyê de jiyana xwe ji dest da.