Hevjîna Hayrullahoglu yê hat qetlkirin: 37 sal derbas bûn lê hêrsa min neqediyaye 2019-11-16 15:00:02   STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 764’emîn de li kujerên Mustafa Asim Hayrullahoglu yê di 1982’an de hildan binçavan û bi îşkenceyê hat qetilkirin pirsîn. Hevjîna Hayrullahoglu, Aynûr Hayrullahoglu got: “37 sal derbas bûn, hêj dilê dayikan, hevjîn û zarokan dişewite. 37 sal derbas bûn lê hêj hêrsa min neqediyaye.”    Dayikên Şemiyê bi daxwaza lêpirsîna aqûbeta windayan û darizandina kujeran di hefteya 764’emîn de çalakiya xwe li dar xistin. Dayikan xwest vê hefteyê jî li Qada Galatasarayê bicivin, lê polîsan carek din wan asteng kir û destûr neda dayik biçin Qadê. Li ser vê yekê Dayikan li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn û çalakiya xwe pêk anîn.    Polîsan wek her hefteyê dîsa çalakiyê dorpêç kirin. Dayikên Şemiyê wêneyên windayan û qurnafilan hildan.   Dayikên Şemiyê vê hefteyê li kujerên Mustafa Asim Hayrullahoglu yê di 1983’an de binçavan de hat qetilkirin pirsîn.    BI ÎŞKENCEYÊ HATIYE QETILKIRIN     Daxuyaniya vê hefteyê li ser navê Komsîyona Windayan a ÎHD’a Stenbolê Masîde Ocak xwend û cih da gotinên dayika Hayrullahoglu, Feyziye Hayrullahoglu a di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest da. Ocak anî ziman ku Hayrullahoglu bi nasnameya xwe çepgir dihat nasîn, di 34 saliya xwe de bi îşkencekirina li qereqaola polîsan a li Stenbolê hat qetilkirin û wî li goristana bêkesan defin dikin. Ocak anî ziman ku ji bo dîtina kujerên Hayrullahoglu bêhiqûqî li ser bêhiqûqiyê pêk hatin û tevî hemû serlêdanên hiqûqî jî lêgerîna malbatê bêencam hatine hiştin.    ‘37 SAL DERBAS BÛ LÊ HÊRSA MIN NEQEDIYAYE’   Piştî Ocak, hevjîna Hayrullahoglu, Aynûr Hayrullahoglu axivî û wiha got: “37 sal derbas bûn. Ev 37 sal in ez bi heman êş û hesretê li benda wî me. Min qebûl nekir û ez ê qebûl nekim. Çimkî qatilên wî hatin berdan. Yên din bêyî werin darizandin mirin. Xwesiya min nifiran li wan dikir û digot ‘Hûn mirinê jî nebînin.’ Lê mixabin hemû mirin. Xwezî nemirina. Xwezî hemû qatil derd û kul bikişandana. Hêrsa min neqediyaye. 37 sal bû. Min hevjînê xwe û hevrêyê xwe winda kir. 37 sal derbas bû hêj dilê dayikan, hevjîn û zarokan dişewite. Ev karek çawa ye, evqas sal ev zîhniyet dewam dike. Ez meraq dikim. Ev însanên vê zîhniyetê dewam dikin, çawa li rûyê zarok û neviyên xwe dinêrin. An jî wê çawa li rûyê wan binêrin. Wê di dema pêş de çawa hesab bidin. Qey dê şerm nekin? Niha jî êşa me xistine pêşbaziyê. Dema ez têm vê kolanê di kontrolek zêde ya polîsan de têm. Netirsin ji me netirsin, ên zilm dikin û dikujin hûn in ne em in.”    Piştî hevjîna Hayrullahoglu, nameya parêzerê malbatê Ergîn Cîrmen şand çalakiyê ji aliyê Ahmet Cîhan ê birayê winda Suleyman Cîhan ve hat xwendin.    SEYÎD RIZA Û AHMET KAYA JÎ BI BÎR ANÎN    Dayikên Şemiyê piştî xwendina nameyê li aqûbeta gora Seyîd Riza û gorên hevrêyên wî pirsîn û di 19’emîn salvegera koça dawî ya hunermend Ahmet Kaya de we bibîr anîn.