Hevşaredara Pirsûsê Çevîk: Me tiştekî derveyî qanûnan nekiriye 2019-11-16 14:51:25   RIHA - Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, bi rêya parêzerê xwe ragihand ku tiştekî derveyî qanûnan nekirine û tenê ji bo tayînkirina qeyûm serî rêya binçavkirina wan dane.    Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk ku ji ber lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê ve hat destpêkirin, duh bi angaşta "endamtî û propagandaya rêxistinê" hatibû binçavkirin û ji peywirê hatibû dûrxistin, îro Qaymeqamê Pirsûsê Kenan Aktaş weke qeyûm tayînî şûna wê hat kirin. Çevîk ku hê jî di bin çavan de ye bi rêya parêzerê xwe Îsmaîl Bulbul peyamek şand.     'HINCETEKE JI BO TAYÎNKIRINA QEYÛM E'   Çevîk, di peyama xwe de ji gelê navçeyê re silav şand û diyar kir ku moral û tenduristiya wê baş e û têkildarî binçavkirina xwe jî ev tişt got: "Me tiştekî derveyî qanûnan nekiriye û tenê ji bo tayînkirina qeyûm serî li vê rêyê dane"   QEYÛM CÛDA YE LÊ MENZERE HEMAN E   Beriya vê serdemê di 11'ê Tebaxa 2016'an de jî qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hatibû kirin. Piştî rêveberiya 3 salan a qeyûm, di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de gelê Pirsûsê bi rêjeya ji sedî 59'ê vîna xwe radestî HDP'ê kir.  Îro piştî tayînkirina qeyûm careke din derdora şaredariyê bi maşîneyên zirxî û bi sedan polisan bhatiye dorpêçkirin. Bi vê yekê re menzereya derdora şaredariyê veguherî 11'ê Tebaxa 2016'an.