Li Pirsûsê mudaxileyî şermezarkirina qeyûm 2019-11-16 14:50:31 RIHA – Polîsan li Pirsûsê mudaxileyî kesên ku xwestin tayînkirina qeyûm şermezar bikin kirin, hevserokê HDP’ê yê bajêr  û gelek kes binçav kirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, bi armanca şermazarkirina binçavkirina Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk û qeyûm tayîn cihê wê kirin, ji ber avahiya partiyê heya avahiya  şaredariyê meşek li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Ayşe Surucu, endanêm partiyê û gelek welatî beşdarî meşê bûn. Polîsan di dema meşê de mudaxileyî girseyê kir.    Di dema mudaxileyê de Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Mîkaîl Gozen û Emîne Çetîner, endamên Meclîsa Şaredariyê Fatma Taş Ekmez, Nahîde Kiliç, rêveberê partiyê Ferîd Tomga û gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Polîsan di dema mudaxileyê de heqaret li welatiyên derdorê kirin û xwestin ku belav bibin.    ‘HÛN NEKARIN VÎNA GEL XESP BIKIN’   Parlamentera HDP’ê Surucu bi gotina “dizekno” bertek nîşanî polîsan da û got: “Hûn nikarin vîna vî gelê xesp bikin. Ev gel wê li hemberî we serî ne tewîne. Ji ber ku hûn ditirsin, hûn destûr nadin ku em ji bo tayînkirina qeyûman daxuyaniyekê jî bidin. Lê em ê li dijî van êrîşên we yên faşîzane têkoşîna xwe dewam bikin.”   Surucu û girseya pê re dûre derbasî avahiya HDP’ê ya navçeyên bûn.