ROJEVA 6'Ê KANÛNAN 2017'AN 2017-12-06 09:00:13 *Rojnamegerê îngilîz Steve Sweeney nûçeya BBC'yê ya der barê Reqayê û nûçeyên wê yên ku kurdan û YPG'ê hedef digirin şîrove kir û got ku ev yek tê wateya ku kurd bi lîstikeke nû ya îngilîzan re rû bi rû ne. Sweeney, îdia kir ku bi vê yek tê xwestin ku YPG a ku DAIŞ'ê têk bir bê çek bê hiştin.  *Mîhrîcana Sahafan a Haydarpaşayê xwendevan û pirtûkên kevn gihandin hev. Pirtûkfiroşan got ew ji ber eleqeya hat nîşandan kêfxweş in û wiha gotin: "Bêhna behrê, bêhna pirtûkan hemû bi hev re bûn."    *Wê sibê danişîna ewil a doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Sîncanê pêk bê. Dadgehê teblîx kiribû ku dê Demîrtaş neyînin dadgehê, lê belê Demîrtaş jî ji parêzerên xwe re gotibû ew ê jî bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê nebe.    *Li dor bariyerên betonî yên li hawirdora Girtîgeha Tîpa E ya Amedê qorek bariyerên din jî hatin bicihkirin.    *Ji ber bêqîmetbûyîna TL, di sektora înşeatê de jî sinyalên krîzê xwe didin der.    *Karkerên li hala zebzeyan dixebitin, anîn ziman ku ew di şert û mercên nebaş de dixebitin û bi serde meaşê ku ew distînin ne meaşê kêmtirîn e jî.   *Welatiyên teqawîtbûyî destnîşan kirin ku ji butçeya navendî ya sala 2018'an ji wan re parek nehatiye veqetandin û wiha gotin: "Em her roj nanê tisî jî bixwin, em ê dîsa jî nikaribin debara xwe bikin."   *Karkera malan Arzû Çelebî ku di nava şert û mercên xerab de dixebite 33 sal in bêsîgorta dixebite.   *Serokê Şaxa Federasyona Komeleya Çandî ya Elewiyan a Dîlokê Yilmaz Buyukbelen, bertek nîşanî îşaretkirina malên elewiyên li Meletiyê da û wiha got: “Ev bûyer tenê ne li dijî elewiyan, li dijî hemû civakê pêk hatiye.”   *Hevşaredarê berê yê Qoserê Ferhan Turk ku heta niha gelek caran hatiye girtin û bi salan girtî maye, bi hinceta beşdarî Mîhrîcana Çiyayê Bagokê ya 1'mîn bûye, salek e girtiye.   *Berdevkê Meclisa Jiyan û Ekolojiyê yê HDK'ê Erol Akcan, diyar kir ku li çar aliyên Îzmîrê avahiyên bilind tên avakirin û tenê ji vana 110 heb li herêma Salhaneyê ye, aşkera kir ku gelek herêm di warê jeofîzîkê de ne li gorî avahiyan e.   * Li Amedê ji aliyê hin nivîskar, helbestvan û helbesthezan ve Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin û dest bi xebatên xwe kirin. Kom dê ji 15 rojan carek li ser jiyan û taybetmendiyên helbestvanên kurd û helbestên kurdî raweste û nirxandinan bike.   * 19'emîn danişîna doza Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ku di operasyona 2013'an de hatin binçavkirin û girtin dê li 18'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)    * Danişîna doza Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * 4'emîn rûniştina doza 6 rojnamegerên ku ji sucdariya maîlên Wezîrê Enerjiyê yê RedHackê tên darizandin dê li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a  Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê ji bo balê bikişine ser wekîlên HDP'ê şermezar bike dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)    * 2'emin Şaxa Egitim Senê ya Îzmirê dê li dijî OHAL û KHK'an cara 40'emîn li ketina Kolana Karşiyaka ya Îzmirê daxuyaniyê bidin. (18.00)