Peykerê Mihemed ê bi fosforê birîndar bû çêkir 2019-11-16 14:21:44   HELEPÇE - Xwendekara Peymangeha Hunerên Xweşik a Helebçeyê Çira Ebdulkerîm peykerê zarokê kurd Mihemed Hemîd ê ku laşê wî bi bombeyên fosfora spî yên Tirkiyeye hat şewitandin çêkir. Ebdulkerim, destnîşan kir ku bi xebata xwe dixwaze sûcên li dijî gelê Kurd hatine kirin bike belge.    Tirkiyeyê, di 9’ê comtehê li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bi tang, top û balafiran dest bi êrîşan kir. Di êrîşan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes jî birîndar bûn û ji cih û warên xwe koçber bûn. Di êrişan de TSK-OSO-MSO yên rastî bersîva Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatin, dest bi çekên qedexekirî yên fosforê û kimyewî dan. Ji ber bi fosfora spî gelek welatî şewitîn. Yek ji wan zarokê bi navê Mihemed Hemîd bû. Wêneyên Mihemed yên ku ji ber êşa şewatê diqîriya piştî ku hatin parvekirin, medyaya cîhanê jî bi berfirehî cih da sûcên şer ên Tirkiyeyê. Xwendekara pola 5’an a Peymangeha Hunerên Xweşik a Helebçeyê Çira Ebdulkerîm biryar da ku ji bo projeya xwe ya dawiya xwendinê peykerê Mihemed Hemîd çêke. Ebdulkerîm Çira ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî û diyar kir ku ew dixwaze sûcên ku li dijî gelê Kurd hatine kirin belge bike û wiha got: "Mihemed beriya her tiştî mirov e. Ev jî nîşan dide ku sûc li dijî mirovahiyê hatiye kirin.”   Çira Ebdulkerîm ku 4 hefteye dest bi çêkirina peykerê Mihemed kiriye agahî da û got: “Peyker metreyek û 80 santîman bilind e. Divê peyker heta 1’ê çileya sala tê bi dawî bibe. Peyker ji heriya xwezayî û têlê çêdikim. Ji bo ku peyker demdirêj hebe pêwîstî bi madeya fayber klas heye. Ev made jî li peymangehê nîne. Ez ê keyfxweş bibim ku peyker li cihekî giştî were danîn. Bîrdariya Helebçeyê xwest ku peyker li bîrdariyê bê danîn. Walîtiyê xwest ku li avahiya walîtiyê bê danîn. Me jî hê biryar nedaye.”   'BI QASÎ KARESETA HELEPÇE EZ ÊIYAM'    Mamostayê serpereştiyariya projeya xwendekar Çira Ebdulkerîm dike Huner Sahêb jî got ku ew kêfxweşe ku serpereştiyariyê ji Çirayê re dike û wiha domand: “Ji ber ku birîndariya Mihemed û sivîlên din bi qasî karesata Helebçe û enfalê ez êşandim. Hêvîdarim ku ev kar êşên netewe û civaka me bigihîne cîhanê. Karê Çira dike ji bo belgekirina tawanên li hemberî gelê kurd tê kirn hewleke girînge.”