Li Babê teqîn: 17 kesan jiyana xwe ji dest da 2019-11-16 14:11:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Babê yê di bin kontrola Tirkiyeyê de li dijî maşîneyên hêzên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên bombeyî pêk hatin.    Li navçeya Babê ya Helebê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, li dijî maşîneyên hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê 2 êrîşên bombeyî pêk hatin. Li gorî ANHA'yê di encama êrîşan de 17 hêzên girêdayî Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.