Ciwanên HDP'î: Gef li me xwarin û em îşkence kirin 2019-11-16 13:21:16 STENBOL - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê yên ku di çarçoveya lêpirsînekê de hatibûn binçavkirin û duh hatibûn berdan, serboriyên xwe yên di bin çavan de vegotin. Ciwanan got ku gef li wan hatine xwarin û hatine derpkirin û îşkencekirin.  Ji 36 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku di 8'ê Mijdarê de di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Stenbol de hatibûn binçavkirin, 10 jê duh piştî ku derketibûn dadgehê hatibûn girtin. Ciwanên ku piştî binçavkirina 8 rojan duh hatin berdan serboriyên xwe yên di bin çavan de vegotin.    'LI NEXWEŞXANEYÊ DESTÊ ME BI PAŞ VE KELEMÇEKIRIN'   Merve Oztep diyar kir ku bêyî ku binasiyekî ji wan re nîşandan hatine binçavkirin û wiha got: "Ji ber ku me li emniyetê lêgerîna tazî qebûl nekir, gef li me xwarin û me derb kirin. Ev yek heta demekê domiya. Di roja duyemîn de dema ku me birin nexweşxaneyê xwestin ku destê me bi paş ve kelemçe bikin. Me vê yekê qebûl nekir. Ji bo vê yekê jî me derb kirin û me li erdê dirêj kirin û destê me bi paş ve kelemçe kirin. Ev pêkanîn heta 8 rojan domiyan."    Oztep destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe li dijî tundiyan bidomînin û ev tişt anî ziman: "Bêyî ku hinceteke şênber bê nîşandan hevalên me girtin. Em dizanên ku hevalên me dê heta çend mehan bên berdan. Berê jî bi heman rengî 8 hevalên me hatibûn girtin. Piştî hefteyekê hatibûn berdan. Em bawer dikin ku dê van hevalên me jî bên berdan."   LÊGERÎNA TAZÎ   Ji ciwanan Ercan Ozdaş diyar kir ku di bin çavan de hatine îşkencekirin û wiha got: "Ji bo berdewamkirina îşkenceyê, dema binçavckirina me 4 rojan dirêj kirin. Gelek îşkence li me kirin. Dema me birin nexweşxaneyê timik me derb kirin. Lêgerînên li dijî mirovahiyê li me ferz kirin. Me jî bertek nîşanî vê yekê da. Bi lêdaneke zêde bersiv dan me. Destûr nedidan ku em bi hevalên xwe re jî biaxivin. Dema îşkencekirinê kesekî 70-80 kîla xwe davête ser hevalê me yê Metîn. Bi awayekî dilsotîner ew derb dikirin. Ji ber ku hevalê Metîn di bin wî polisî de dima hin caran nikaribû bêhn bigire."   'TIŞTEKÎ WÎ TUNEYE BIBIN!'   Di berdewamê de Ozdeş da zanîn ku li gel derbkirina wan jî bijîjkan rapora derbkirinê nedane wan û ev tişt got: "Bijîjk destûr nedida ku em biaxivin û derdê xwe bivêjin. Digot, 'tiştekî wî tuneye bibin'. Ji ber ku me nexwest me bi kelemçeyê bibin nexweşxaneyê îşkence bi me kirin. Gefa ku em careke din neçin HDP'ê li me xwarin û gotin ku heke me careke din biçin HDP'ê dê me bigirin."   'JI BER ÎŞKENCEYÊ LAŞÊ MIN MOR BÛYE'   Ciwan Îkram Dogan jî destnîşan kir ku bi binçavkirinê re polisan wî derb kiriye û ev tişt anî ziman: "Timik îşkence li me kirin. Ji ber îşkenceyê morbûn di laşê min de peyda bû û li tevahiya laşê min belav bû. Min vê yekê ji bijîjk re vegot lê bijîjk got ku ew li vê rewşê nanêrin û tenê raporên derbkirinê dinêrin. Min aresteyî tu derî nekirin û careke din birin. Xebatên me terorîze dikin. Hincetên pêşkêş dikirin pêkenok bûn. Xwestin me biqutifînin. Lê me bêzar nebin û nequtifin. Girtin û îşkence nikarin me bêzar bikin."