Endezyarê di bin îskeleyê da ma jiyana xwe ji dest da 2019-11-16 12:47:20 DÎLOK – Endezyarê avahiyê Korkut Kuçukcan ê di bin îskeleya hilweşiya da ma piştî 33 saetan xwe gihandinê. Hat zanîn ku Kuçukcan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.   Li taxa Akkentê ya navçeya Şahînbeya Dîlokê mizgeftek ji sala 2012’an ve ku ji aliyê Şaredariya Şahînbey ve tê çêkirin, înşata wê dewam dike. Endezyarê avahiyê Korkut Kuçukcan ji bo keşfê çû cihê înşatê. Îskeleya înşatê hilweşiya û Kuçukcan di bin da ma. Ekîbên şaredariyên Dîlokê piştî 33 saet xwe gihandin Kuçukcan. Hat zanîn piştî Kuçukcan rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.