Qeyûm kurdî kir tirkî! 2019-11-16 12:21:44 ŞIRNEX - Qeyûmê tayînê Şaredariya Cizîrê hat kirin di sîteya înternetê ya nû kir de, navê kurdî yê bajêr kir tirkî.  Wezîrê Karê Hûndir  di 29’ê Cotmaha 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê ya Şirnê ya dibin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê de kir. Piştî tayînkirina qeyûm sîteya înternetê ya fermî ya şaredariyê hat nûkirin. Qeyûm di sîteya nû ya înternetê de, li şûna “Şaredariya Cizîrê – Cizre Belediyesî” “Şaredariya Cizire” nivîsand. Qeyûm bi vî awayî li şûna tîpên “î” û “ê” yên bi kurdî, tîpên “i” û “e” yên tirkî guherandin.  Endamên Meclîsa HDP’ê yên Şaredariyê ev rewş piştras kirin.    QEYÛM XWE WEKE SEROKÊ HATIYE HILBIJARTIN ÎLAN KIR    Her wiha di hin nûçeyên di sîteya înternetê cih digirin de, Qeymeqamê Navçeyê Davût Sînanoglû xwe weke “Serokê Şaredariya Cizîrê” nivîsandiye û bal kêşek ku bi vî awayî xwe weke serokê hatiye hilbijartin îlan kiriye.