Ji ber deynan dawî li jiyana xwe anî 2019-11-16 12:06:59   AMED – Esat Tarhan ê li navçeya Çinarê mamostetiya bi sozdanî dikir ji ber deynan dawî li jiyan xwe anî.    Li navçeya Çinarê ya Amedê mamosteyê bi navê Esat Tarhan ku bi sozdanî mamostetiyê dikir duh êvarê dawî li jiyana xwe anî.    Piştî Tarhan dawî li jiyana xwe anî cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşaneya Dewletê ya Çinarê û piştî otopsiyê malbatê cenaze wergirt û ji bo veşartinê bir Dersimê.    Hat angaştkirin ku Tarhan ji ber nikaribûye deynên xwe bide û sedemên derûnî dawî li jiyana xwe aniye.