MKGP: Rûken Demîr û Melîke Aydin pêwistiya pîşesaziya xwe kirine 2019-11-16 11:37:38 AMED - Paltforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, diyar kir ku nûçegihana me Rûken Demîr û nûçegîhana JIN NEWS'ê Melîke Aydin pewîstiyên pîşesaziya xwe kirine û xwest ku bên berdan. Paltforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MGKP), têkildarî girtina nûçegihana me Rûken Demîr û nûçegîhana JIN NEWS'ê Melîke Aydin ku di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hatibû destpêkirin de di 12'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin û duh hatin girtin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.    MGKP'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girtina her dû rojnamegerên endamên wan berdewama nêçira pîrebokan a li hemberî jinê ye û wiha got: "Tu aliyekî hiqûqî yê girtinê tuneye. Bi temamî wesayeta siyasî pêk hatiye. Ev girtin careke din nîşan daye ku qanûnên nû tên amadekirin dê tenê li ser kağid bimînin û nekevin meriyetê. Em dixwazin ku hevalên me yên rojnameger Rûken Demîr û Melîke Aydin bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Hevalên me pêwistiyên pîşesaziya xwe bi cih anîne."