'Ji ber bêkariyê em nikarin xeyala siberojê jî bikin’ 2019-11-16 11:02:09 COLEMÊRG – Li Tirkiyê yek ji bajarên rêjeya bêkariyê lê kêm e Colemêrg e. Şêniyên Colemêrgê ne li navendê û ne jî li gundan kar dibînin. Ciwanên bêkar gotin ew ji bo siberojê jî nikarin xeyala dîtin kar jî bikin. Li Tirkiyê her ku diçe bêkarî, feqîrî û hejarî zêde dibe. Bi taybetî li bajarên herêmê rêjeya bêkariyê û feqîriyê li pêş tê. Yek ji van bajaran jî ku herî zêde bêkarî lê heye Colemêrg e. Bi taybetî ciwan û bi giştî xelkê bajêr bêkar in û nikarin karek bibînin lê bixebitin. Welatî dibêjin her roja ku diçe jiyan biha dibe û ew nikarin karên bi heqê erzan û rojane jî bibînin.    ‘ÎNSAN DIPELÇIQIN’    Kemal Akdogan ê hosteyê dîwaran anî ziman ku însan di bin deynên krediyên bankan de hatine pelçiqandin û got: “Aboriya gel pirr kêm bûye. Ez bi salane li gundan hostetiya dîwaran dikim û debara malbata xwe dikim. Ev çend salên dawî rewşa me qet nebaşe. Em gelek caran heqê karê dikin jî nagirin. Yan jî em parçe parçe digirin. Li Colemêrgê kirê jî biha bûne. Ji ber ku her  tişt biha bûye, xelkê jî berê xwe daye krediyan. Dema nikarin kirêyên xwe jî bidin îcra li wan vedibe û her tiştên xwe winda dikin.”    ‘NIKARIM XEYAL JÎ BIKIM’    Sînan Yîgît ê li gundê Çemê Ûsman ê bi ser navenda Colemêrgê ve dijî jî got ji ber ew nikare karek domdirêj bibîne rojane di karê avahiyan de dixebite û got: “Bi yewmiya xwe dixebitim. Lê dema zivistan dest pê dike karê me diqede. Zivistanê rojê bi 50 lîreyî jî yewmiye bibînin dixebitim. Di nava vê rewşa aborî de ji bo siberojê jî nikarim plangeriyekê bikim. Ji bo rewşa min a aborî nebaşe û nikarim karekî baş bibînim tew xeyala zewacê jî nakim.”    'ÇAVÊ MIN LI DESTÊ BAVÊ MIN E’    Sedat Yîgît ê ji mezra Kêrîser a girêdayî gundê Dêzê ya Colemêrgê dimîne jî got: “Însan nikare hêviya siberojê jî bike. Ev rewşek xerab e. Bêkarî bûye pirsgirêkek giştî ya welat. Ji ber vê yekê ez bi awayek hêvî li siberojê nanêrim. Min xwest li bajêr kar bibînim û bixebitim lê min kar nedît û zivirîm hatim gund. Dema karê rojane jî nebînim mehkûmê pereyê bavê min bide dibim. Ne li bajêr û ne jî li gundan kar heye. Dema berê derfetên gundan baş bû. Zozanên me hebûn. Lê niha qedexe ne û em nikarin derkevin zozanan. Ji ber vê yekê jî êdî bûye ku em nikarin sewalan jî xwedî bikin. Jixwe dewlet ji bo çandinî û sewalkariyê destekê nade me. Ez hatime vî emrê xwe hêj çavê min li pereyê destê bavê min e.”