‘Ji bo her kesî xizmeta tenduristiya wekhev û bi qalîte lazim e’ 2019-11-16 10:37:25 AMED – Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr diyar kir ku divê dest ji xizmeta tenduristiyê ya dispêrin performansê wer berdan û û lazime ji bo her kesî xizmeta tenduristiyê ya wekhev, bêpere, qalîte, xwe dikaribin bigihînin û zimanê dayikê were dayîn.  Li nexweşxaneyên dewletê û saziyên tenduristiyê li ser xebatkaran sepanên mobîng û şidetê dewam dikin. Ji ber bijîşk kêm in û hejmara nexwşan zêde ne û her ku diçe zêde dibin xizmetek naş nayê dayîn. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr pirsgirêk û tengezariyên li qada tenduristiyê diqewimin ji ajansa me re nirxand.  ‘SERÊ HER BIJÎŞKÊ 100 NEXWEŞ ZÊDETIR DIKEVIN’    Demîr anîn ziman ku pergala heyî ya tenduristiyê nexweşxaneyan wek kargehekê dibîne û nexweşan jî wek mişterî dibîne û got: “Di xizmeta tenduristiyê de li şûna qalîteyê çavê wan li hejmara nexweşan digere û girîngiyê didin ka ez ê çawa qezenc bikim. Bi mantiqê kar li tenduristiyê dinêrin. Ji bo wan hejmara zêde ya nexweşan lazim e. Di pergala tenduristiyê ya dispêrin performansê ji bijîşkan tê xwestin ‘hûnê li evqas hejmarê binêrin.’ Serê her bijîşkê ji 100 nexweşan zêdetir dikeve.”    ‘NEXWEŞÎN LI HERÊMÊ ZÊDETIRIN’    Demîr anî ziman ku li bajarên herêmê li qada tenduristiyê pirsgirêk qat bi qat diqewimin û di xizmeta tenduristiyê de newekheviya herêman her roja ku diçe zêde dibe. Demîr diyar kir ku rêjeya nexweşînan li bajarên herêmê zêdetire û hejmara xebatkarên tenduristiyê û bijîşkên li nexweşxaneyên herêmê dixebitin jî ji herêmên din kêmtir e û ferqek mezin heye. Demîr got tengezariyên wiha hin bêtir xwegihandina xizmeta tenduristiyê derdixe astek bi pirsgirêk.    ‘ZEXT ZÊDE DIBIN’    Demîr bal kişand ser tengesiyên bijîşk û xebatkarên tenduristiyê dikişînin û got: “Gelek mafên bijîşk û xebatkaran ji destê wan tê girtin. Zextên performansê, ciro û îdarî yên li ser bijîşk û xebatkaran zêde bûne û mîsogeriya wan a kar ji holê hatiye rakirin. Şideta li ser xebatkarên tenduristiyê her ku diçe zêde dibe. Hema bêje rojê şidet li 30 xebatkarên tenduristiyê tê kirin.”    ‘PÊÎSTE XIZMETA BI ZIMANÊ DAYIKÊ WERE DAYÎN’    Demîr destnîşan kir ku nexweşxaneyên xizmetê didin jî ji nexweşxaneyên zêdetir dişibin navendên dan û sitendinê û got: “Divê dest ji xizmeta tenduristiyê ya dispêrin performansê wer berdan û û lazime ji bo her kesî xizmeta tenduristiyê ya wekhev, bêpere, qalîte, xwe dikaribin bigihînin û zimanê dayikê were dayîn.”