Berdevkê Meclisa Ciwanên HDP'ê: Armanc dikin rêxistinbûna ciwaanan belav bikin 2019-11-16 10:15:22   MÊRSÎN - Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Alî Bîlen, diyar kir ku bi binçavkirin, girtin û tundiya li dijî ciwanan armanc dikin ku rêxistina ciwanan belav bikin û ciwanan ji nasnameya wan dûr bixin û polîtîkayê bişaftinê li ser ciwanan pêş bixin.   Hikûmeta AKP'ê di salên dawî de zext û tundiya li ser HDP'ê û xebatkarên HDP'ê zêde kiriye. Di navde jin, ciwan, rêveber û endam jî heye bi hezaran endam, rêveberên HDP'ê hatin binçavkirin û girtin. Herî dawî 36 ciwanên meclîsa Ciwanên HDP'ê hatin binçavkirin û ji wan 10 endamên meclîsa ciwanan hatin girtin. Hemû xebatên HDP'ê û rêxistinênk wê tên astengkirin. Daxuyaniyê wê yên li kolanan tên astengkirin.      Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Alî Bîlen, diyar kir ku bi binçavkirin, girtin û tundiya li dijî ciwanan armanc dikin ku rêxistina ciwanan belav bikin û ciwanan ji nasnameya wan dûr bixin û polîtîkayê bişaftinê li ser ciwanan pêş bixin. Bîlen, anî ziman ku ji sala 2015'an de li dijî kurdan polîtîkaya "Plana hilweşînê" xistin meriyetê û îro tundiya lis er HDP'ê û meclîsa ciwanan berdewama wê ye. Bilen, da zanîn ku di sala 2015’an de li dijî hêzên demokrasiyê û hemû hêzên muxalif bi taybetî li dijî gelê Kurd zext pir zêde bûn û wiha got: "Rejîma AKP û MHP'ê li dijî destkeftiyên gelê Kurd li her qadê zextan berdewam dikin. Tundiya li ser ciwanan perçeyekî vê polîtîkayê ye. Bi taybetî piştî hilbijartina 31'ê Adarê tundiya li dijî endamên wan zêde bûye û dixwazin rêxistinbûna ciwanan belav bikin."    Bilen, destnîşan kir ku bi van operasyonan dixwazin ciwanan ji saziya wan û siyasetê dûr bixin û tev li jiyanek yoz bikin  Gelek hevalên me hatin girtin. Gelek caran li ser navê sohbetê bang li min û hevalên min kirin. Di sohbetan de wekî ku mirov endamê HDP’ê be sûc e nîşan didin. Hemû kesên di nava HDP'ê de bin terorîze dikin. Raste rast ji me dixwazin ku em li bîrdozî u nirxên xwe xwedi dernekevin. "