Hevşaredarê Êlihê Demîr: Walîtî biryarên meclîsa şaredariyê red dike 2019-11-16 09:28:32 ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, anî ziman ku qeyûmê berê di warê îmarê de hin biryarên şaş girtine û wan xwstiye biryarên hatine girtin bên sererastkirin, lê belê walîtî planên wan qebûl nekiriye.  Şaredariya Êlihê ya HDP'î gava di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredarî ji qeyûm dewr girt, 307 milyon TL deynê wê hebû. Tevî ev qas deynan jî niha xizmetê dike. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, anî ziman ku qeyûmê berê di warê îmarê de hin biryarên şaş girtine û wan xwstiye biryarên hatine girtin bên sererastkirin, lê belê walîtî planên wan qebûl nekiriye.    Demîr, bibîr xist ku gava hatin ser kar piraniya budçeya 2019'an hatibû xerckirin, lê dîsa jî bênavber wan xizmeta bajêr kiriye. Demîr, da zanîn ku heta niha 30 milyon TL deyn dane û got: "Ji ber deynên me yên bacê hecz li ser gelek mal û milkên me heye. Ji bo xizmeteke hîn baştir em hin mal û milkên şaredariyê difiroşin pê deyndan didin û xizmetê dikin."    ASTENGIYA WALÎTIYÊ    Demîr, destnîşan kir ku piraniya biryarên meclîsa şaredariyê ji aliyê walîtiyê ve nayên qebûlkirin û got: "Nexasim jî biryarên meclîsê yên ji bo îadekirina mal û milkên hatine tehsîskirin, ji aliyê walîtiyê ve nayên pesendkirin. Çend roj berê me merasîma vekirina pirtûkxaneyê kir û me xwest em navê Mahmût Baksî lê bikin. Lê belê walîtiyê qebûl nekir. Bêyî hincet qebûl nekir. Her wiha hîn jî wesayîtên me yên zirxî ku qeyûm bi kar dianîn îad nekirine. Hîbeyî emniyetê kirine. Halbûkî ev malên gel in. Ew qebûl nakin, di civîneke din de em dîsa heman biryarê digirin. Mesela me xwest em logoya şaredariyê ku neşaş bim di dema Ataûllah Haîmîdî (1984-1994) de hatibû çêkirin ji nû ve bi kar bînin, lê destûr nehat dayîn."    'BIRYAR TÊN REDKIRIN'   Demîr, destnîşan kir ku walîtî li naveroka biryarên meclîsê nanêre û got: "Di dema qeyûm de hin biryar hatibûn girtin. Waliyê wê demê li ber van biryaran rabûye. Em li gor biryarên ku walî li be rwan rabûn tev digerin û li meclîsê biryaran digirin, lê dîsa jî nayên qebûlkirin."    MA / Metîn Yoksû