Adîl Okay: Divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan 2019-11-16 09:27:11 STENBOL - Ji koma Gorulmuşturê nivîskar Adil Okay, anî ziman ku divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan û got, neberdana girtiyên nexweş ên li ber mirinê durûtî ye.    Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li Tirkiyeyê 458 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Ji koma Gorulmuşturê nivîskar Adil Okay, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan.    ‘DENGÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊ BIHÎSTIN'    Okay, anî ziman ku bi salan e dengê girtiyên nexweş nayê bihîstin û got: "Raporên saziyên tiba edlî kêm in û alîgir in. Lê belê dewlet guh nade raporên bijîşkên li saziyên xwe jî. Yanî guh nade qanûnên xwe jî. Li vî welatî çend Wezîrên Dadê, çend rêziknameyên girtîgehan hene. Qedexeyeke li girtîgehekê li ya din tuneye. Yanî kêfiyetek heye."    Okay, anî ziman ku divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan û got, neberdana girtiyên nexweş ên li ber mirinê durûtî ye.    ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN'    Okay, destnîşan kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û got: "Di nameyên ji me re tên de, tim behsa binpêkirinên mafan tê kirin. end roj berê girtiyê bi navê Kamîl Tûrhanoglû nameyek ji me re şand. Di nameya xwe de dibêje, nayê tedawîkirin, carinan jî tedawiya bi kelemçekîr li wan tê ferzkirin û ji ber qebûl nakin nayên tedawîkirin. Girtî bi zorê li rîngê siwar dibe. Li nexweşxaneyê kelemçeyên wan nayên vekirin. Li vira hem îdareya girtîgehê, hem cendirme, hem jî bijîşk sûcdar in."    Okay, anî ziman piştevaniya wan a ji bo girtiyên nexweş û girtiyên din didome û got, ji bo vê jî hin xebat kirine. Okay, diyar kir ku demek berê pêşangeha karîkaturan a bi navê "Ên dîwaran qul dikin" li dar xistine ûg ot: "Me ji girtiyan xwest bi têmaya azadiyê 'xêzan' ji me re bişînin. 22 girtiyan şand û me jî pêşangehek li dar xist. Piştî pêşangeha me li Tirkiyeyê bê gerandin, wê li Ewropayê jî bê lidarxistin."