Ji dêvla polîsan ceza li kesên hatin derbkirin birîn 2019-11-16 09:25:59 COLEMÊRG - Di sala 2014'an de li Geverê polîsan li nav kuçeyê 2 parêzer û rojnamevanî derb kiribûn. Piştî 5 salan doza derbarê bûyerê de bi dawî bû. Dadgehê cezayê hepsî li kesên hatin derbkirin birî û li 3 polîsan jî cezayê pereyî birî.  Di 27'ê Mijdara 2014'an de li Gever a Colemêrgê, li nav kuçeyê parêzer Firat Îke û Ûgûr Yaşar û rojnamevan Yilmaz Gozyan derb kiribûn. Doza hat vekirin piştî 5 salan bi dawî bû. Dadgehê li polîsên bersûc cezayê pereyî û li 3 kesên hatin derbkirin jî cezayê girtîgehê birî.    Roja bûyerê parêzer Firat Îke, bi şev tevî hevpîşeyê xwe Ûgûr Yaşar û rojnamevan Yilmaz Gozyan ji buroya xwe derdikeve. Gava derdikevin derve polîs wan disekinînin. Paşê ew û polîsan dikevin qirika hev û polîsa destê her sêyan ji paş ve kelem çe dikin û wan binçav dikin. Di dîmenan de derketibû holê ku gava her sê kes hatibûn binçavkirin 15 polîsan li wan dabû.    Piştî bûyerê her sê kesan li Serdozgeriya Komarê ya Geverê giliyê polîsan kiribû. Dozgeriyê jî lêpirsîn dabû destpêkirin û paşê Dadgeha Cezayê Asliye ya 2'yan a Geverê jî doz vekiribû. Di dozê de parêzer Îke û Yaşar û rojnamevan Gozyan bi îdiaya "astengkirina peywirê", "heqareta li karmendên dewletê" hatin atwanbarkirin û polîsa K.U., E.B. û F.A. jî bi "birîndarkirina qestî" hatin tawanbarkirin.    Piştî 5 salan dadgehê biryara xwe aşkere kir. Li her sê polîsan serê kesekî 3 hezar TL cezayê pereyî û li her sê kesên hatin derbkirin jî li Firat îke sal û 15 roj, li Ûgûr Yaşar û Yilmaz Gozyan jî 10 meh cezayê girtîgehê birî.    Her wiha dadgehê ji bo polîsên her sê kes derbkirin jî got, qenaeta wan ew e ku wê polîsa careke din sûcekî wiha nekin.    MA / Adnan Bîlen