Nerazîbûna hezexiyan a ji bo qeyûman: Ne bi hilbijartinê, bi darê zorê distînin 2019-11-16 09:25:28   ŞIRNEX - Şêniyên Hezexê nerazîbûnên xwe yên ji bo tayînkirina qeyûman nîşan dan û gtin: "Nikarin bi hilbijartinê bi dest bixin, radibin dest datînin ser şaredariyan. Di hilbijartinên bê de em ê dîsa şaredariyê bi dest bixin."    Di hilbijartina 31'ê Adarê de HDP'ê ji sedî 73.84 deng wergirtin û Şaredariya Hezexê bi dest xist. Lê belê çend roj berê qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Şêniyên Hezexê neraîbûna xwe ya ji bo tayînkirina qeyûman nîşan da.    Şahîze Kar, anî ziman ku neheqî li vîna gel hatiye kirin û got: "Nikarin di hilbijartinê de bi dest bixin, radibin bi darê zorê dest datînin ser şaredariyê. Em van kirinan qebûl nakin. Çi dikin bila bikin wê nikaribin deng ji me bigirin. Vîna me nas nakin, lê em xwe nas dikin. Çi dikin bila bikin em ê dîsa şaredariyê bi dest bixin."    ‘EM Ê DÎSA BI DEST BIXIN'    Abdûllah Şakar jî anî ziman ku her roj qeyûm tayînî şaredariyekê dikin û got: "Em tayînkirina qeyûman qebûl nakin. Dewlet bi vê dizane, lê dîsa dike. Lê em ê di hilbijartina bê de dîsa ji wan bistînin."    Emîne Demîr jî destnîşan kir ku heger dîsa hilbijartin çê bibe ew ê dîsa dengê xwe bide HDP'ê û got: "Em bi dest dixin, ew ji me distînin. Divê her kes xwedî li dengên xwe derkeve."    Mûhammed Tekîn ê 80 salî jî anî ziman ku cara ewil e "zilmeke" wiha dibîne û got: "Divê ev zilm bi dawî bibe. Wê gelê Hezexê dîsa dengê xwe bide HDP'ê."