Wê HDP rapora derbarê qeyûman de bi raya giştî re parve bike 2019-11-16 09:13:13 AMED - Navenda Giştî ya HDP'ê derbarê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin de raporek amade kir. Wê rapor di 20'ê Mijdarê de bi raya giştî re bê parvekirin.  Navenda Giştî ya HDP'ê, derbarê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin de raporek amade kir. Wê rapor di 20'ê Mijdarê de di cîvîna li Hîlton Otelê de bi raya giştî re bê parvekirin. Wê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat şenoglû, endamên desteya rêvebir a HDP'ê, endamên meclîsa partiyê ya HDP'ê, Koordînasyona Meclîsa Jina, hevserokên HDP'ê yên bajaran, parlementerên HDP'ê, serokên meclîsa giştî ya bajêr, hevşaredar, pêkhateyên HDP'ê, nûnerên partiyên ku HDP'ê bi wan re îtifaq çê kiriye, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û gelek kesên biyanî tev li civînê bibin.