ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-16 09:00:12 * Navenda Giştî ya HDP'ê derbarê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin de raporek amade kir. Wê rapor di 20'ê Mijdarê de bi raya giştî re bê parvekirin.  * Şêniyên Hezexê nerazîbûnên xwe yên ji bo tayînkirina qeyûman nîşan dan û gtin: "Nikarin bi hilbijartinê bi dest bixin, radibin dest datînin ser şaredariyan. Di hilbijartinên bê de em ê dîsa şaredariyê bi dest bixin."    * Di sala 2014'an de li Geverê polîsan li nav kuçeyê 2 parêzer û rojnamevanî derb kiribûn. Piştî 5 salan doza derbarê bûyerê de bi dawî bû. Dadgehê cezayê hepsî li kesên hatin derbkirin birî û li 3 polîsan jî cezayê pereyî birî.    * Aborîzan Ozgur Muftuoglû, anî ziman ku şik û guman ew e ku ji ber krîza aborî wê bûyerên întiharê zêde bibin û got: "Îktîdar kesên birçûbûnê qebûl nakin, dike terorîst. Mirovên nikarin zikê xwe têr bikin helbet wê bi awayekî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Întiharên pêk tên jî îfadekirina van bertekan e."    * Ji koma Gorulmuşturê nivîskar Adil Okay, anî ziman ku divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan û got, neberdana girtiyên nexweş ên li ber mirinê durûtî ye.    * Karkeran anî ziman ku fatûreya krîza aborî li wan tê barkirin û helwesta partî û sendîkayan rexne kirin. Karkeran, got: "Em ancax dikarin bi çalakiyên gel ên rêxistinkirî ji derheqê krîzê derkevin."    * Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, anî ziman ku qeyûmê berê di warê îmarê de hin biryarên şaş girtine û wan xwstiye biryarên hatine girtin bên sererastkirin, lê belê walîtî planên wan qebûl nekiriye.    * Di kurdî de heta niha di warê bijîşkiya gelêrî de pirtûka herî kevin a li ber destan "Tibba Melayê Ervasî" ye. Lê belê "Tibba Melayê Ervasî" kengî hatiye nivîsandin? Di gelek çavkaniyan û çapên bi alfabeya latînî yên vê pirtûka navbirî de, dema nivîsandina wê tê nîqaşkirin û hin malûmat tên dayîn. Herî dawî bi latînzekirin û amadekariya Mela Birhanê Tarînî ji Weşanxaneya Darayê derket û vê carê jî tê gotin ku di sedsala 14'an de hatiye nivîsandin.    * Serokê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerîf Demîr diyar kir ku divê dest ji xizmeta tenduristiyê ya dispêrin performansê wer berdan û û lazime ji bo her kesî xizmeta tenduristiyê ya wekhev, bêpere, qalîte, welatî dikaribin xwe bigihîninê û zimanê dayikê were dayîn.    * Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ji bo aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 764'an de li Qada Galatasarayê hewl bidin kom bibin û bixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. (12.00)   *  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi armanca balê bikişîne ser polîtîkayên îktîdarê yên der barê penaberan dê li Şanoya Kenter a Kadikoyê sempozyuma "Koç, Penaberî û Cudakarî" li dar bixin. (10.30)    * Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan bi boneya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê li Êlihê di hefteya 468'an de û li Amede di hefteya 562'an li şaxên ÎHD'ê kom bibin û çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00)   * Înîsiyatifa Girtiyên Nexweş a Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)     * Meclîsa Jinan a HDP'a Şirnexê dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Navnetreweyî ya li dijî tundiya li ser jinan kom bibin. (13.00)   * Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê dê di hefteya 399'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   * Rêxistinên Elewî dê bi şîara “Di rê de yekîtî di têkoşînê de yekîtî" li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê li Dergahê Pîr Garîp li hev kom bibin. (14.00)    * Platforma Jinan a Mêrsînê dê di çarçoveya "Cînayetên Jinan bi Lez Rawestîne" li Qada Aştiyê forumê li dar bixin. (15.00)