Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kirin 2019-11-16 08:39:05 MÊRDÎN – Qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Stewr, Dêrik, Pirsûs û Şemrexê kirin.  Li ser daxwaza Wezareta Karê Hundir, qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Stewr, Dêrik Pirsûs û Şemrexê hatin kirin. Qeymeqamên navçeyan wek qeyûm hatin wezîfedarkirin.    Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk û Hevşaredar Dêrikê Mulkiye Esmez duh hatibûn binçavkirin û îro bi tayînkirina qeyûm re ji wezîfeyê hatin dûrxistin.   Hejmara şaredariyên HDP’ê yên qeyûm hatine tayînkirin derket 24’an.    Hevşaredar li Miduriyeta Polîsan ên Mêrdîn û Rihayê hêj di binçavan de tên ragirtin.