Rojnameger Demîr û Aydin hatin girtin 2019-11-16 08:24:41 ÎZMÎR – Rojnameger Rûken Demîr û Melîke Aydin ên çar roj berê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin girtin. Her wiha 9 endamên TUHAY-DER’ê jî hatin girtin.   Li Îzmîrê di 12’ê Mijdarê de di çarçoveya lêpirsîna li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê hatibû destpêkirin, nûçegihana ajansa me Rûken Demîr û nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin hatibûn binçavkirin. ROJNAMEGER DEMÎR Û AYDIN HATIN GIRTIN    Rojnameger Demîr û Aydin duh derxistin Dadgeha Îzmîrê û heta dereng îfadeyên wan dewam kir. Piştî îfade bi dawî bûn dadgehê bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê xebat bi rêve birine” rojnameger Demîr û Aydin da girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê.    9 ENDAMÊN TUHAY-DERÊ HATIN GIRTIN   Ji endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) Selma Altan, Mazlum Koç, Ramazan Yavuz, Saît Bahadir, Murat Tufan, Îsmaîl Akbay, Şeyhmus Daghan, Hasan Hayrî Dîkîlîtaş, Hediye Tekîn ên di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin jî hatin girtin.    Endamê TUHAY-DER’ê Mehmet Gergîn bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.    ‘EM VÊ BIRYARÊ NAS NAKIN’    Hevserokê TUHAY-DER’ê Ahmet Ertaş li ber Dadgehê daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku darizandin di bin vesayeta AKP’ê de hatiye kirin û darizandinek ne adilane pêk hatiye. Ertaş da zanîn ku zextên li ser endamên wan û rojnamegeran nayên qebûlkirin û got: “Em ê li ber van zextan serê xwe netewînin. Biryara girtinê ne hiqûqî ye. Em vê biryarê nas nakin. Em dixwazin demildest hevalên me bên berdan.”