10 ciwanên HDP'î hatin girtin 2019-11-15 22:00:09   STENBOL - Ji endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yên hatin binçavkirin 10 jê hatin girtin, 26 jê jî hatin berdan.    Di 8'ê Mijdarê de 36 ciwanên HDP'î hatibûn binçavkirin. Ji ciwanên hatin binçavkirin 21 jê bi daxwaza girtinê û 14 jê jî bi daxwaza berdana şertê kontrolkirina edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê jî derbarê 10 ciwanan de biryara girtin. Ji ciwanan yek jê li dozgeriyê û 25 jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Navê ciwanên hatin girtin: “Nîhat Demîr, Merdal Bahadir,  Lîvan Orman, Metîn Yilmaz, Alaaddîn Adanir, Mûhammet Erkmen, Tuncay Dogdan, Gulîstan Yilmaz, Zehra Aslan û Yunus Altun.”