10 kes hatin binçavkirin 2019-11-15 20:41:00   MÊRDÎN – Li Kerboranê di avêtina ser malan de 10 kes hatin binçavkirin.    Duh li gelek taxên Kerboran a Mêrdînê di avêtina ser malan de 10 kes hatin binçavkirin. Di avêtina ser taxa Îwan, Xelîla, Mişte û Ddîlanê de 10 kes hatin binçavkirin.    Her wiha hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, derbarê 13 kesan de biryara girtinê hatiye girtin.    Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Mudiriyeta Emniyetê a Mêrdînê. Ji kesên hatin binçavkirin navê hinan jê ev in: “Husamettîn Kaya, Halîl Bozkûrt, Lokman Kaya, Mahmût Kaya û Mûstafa Baran.”