Derket holê ku deynê malbata ku li malê mirî hatin dîtin pir zêde ye 2019-11-15 16:56:21   STENBOL – Li Bakirkoyê di malekêde 1 jê zarok 3 kes mirî hatibûn ditin. Piştî lêpirsîna dozgeryê û Şaredariya Bakirkoyê derket holê ku deynê bav Bahattin Delen. pir zêde ye.    Li Taxa Osmaniye ya Navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê  di qatê 4'emîn ê avahiyekê de 1 jê zarok 3 kes di malê de mirî hatibûn dîtin. Di bûyerê de dayik Zeliha Delen (38) bav Bahattin Delen (38) û zaroka wan a 6 salî Ali mirî hatin dîtin. Piştî lêpirsîna dozgeryê û Şaredariya Bakirkoyê derket holê ku deynê bav Bahattin Delen. pir zêde ye. Di lêkolîna yekîneyê de di malê de siyanur hatibû dîtin. Ji siyanurê jahrîni bûbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.    Ji ber krîza aborî heta niha li Fatîh û Bakirkoyê di nava 10 rojan de 3 carin kuştinên bi komî pêk tên.    Di 6'ê mijdarê de li navçeyea Fatihê 2 jê jin 4 xwişk û bira li mala xwe mirî hatibûn dîtin. Di malê de Cuneyt Yetişkin (48), Oya Yetişkin (54), Kamuran Yetişkin (60) Yaşar Yetişkin (56) mirî hatibûn dîtin.  Di 9'ê mijdarê de li Navçeya Konyaalti ya Antalyayê Selim Şimşek (38) û Sultan Şimşek (36) û zarokên wan Ceren (9) û Ali Çınar'ın (5)  mirî hatin dîtin.