Li avahiya Şaredariya Pirsûsê ‘lêgerîn’ bi dawî bû 2019-11-15 16:21:20   RIHA – Lêgerîna polîsan a li Şaredariya Pirsûsê ku piştî binçavkirina hevşaredar Hatîce Çevîk dest pê kir bi dawî bû.    Piştî ku polîsan vê sibê Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk binçav kirin, li avahiya şaredariyê lêgerîn dabûn destpêkirin. Lêgerîna polîsan li avahiya şaredariyê piştî bi saetan bi dawî bû. Hat zanîn ku derbarê lêgerînê de agahî nedane rayedarên şaredariyê.    Her çiqas lêgerîna bi dawî bû jî lê dorpêça polîsan a li derdora şaredariyê didome.