Binçavkirina hevşaredaran şermezar kirin 2019-11-15 16:14:39   MÊRDÎN – HDP’ê li Stewrê binçavkirina hevşaredarên Stewrê, Dêrik, Şemrexê û Pirsûsê şermezar kir.    Rêveberên û endamên HDP’ê yên Mêrdînê li Stewrê binçavkirina Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk şermezar kir.    HDP’î ji bo şermezarkirinê li ber avahiya Şaredariya Stewrê kom bûn. Polîsan bi hênceta “çalakî û daxuyanî qedexe ne” destûrê neda daxuyanî bê lidarxistin. Li ser vê yekê HDP’yî derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stewrê bûn.    ‘EM QEYÛMAN NAS NAKIN’    Hevşaredarê Stewrê Mahsûm Denktaş li vir axivî û got: “Em ê heta dawiyê ji bo gelê xwe xizmet bikin. Em qeyûman nas nakin. Gelê me van qeyûman naxwaze. Em dixwazin hevşaredarên me yên derveyî hiqûqê hatine binçavkirin li tavilê bên berdan.”    'DIXWAZIN ÊRIŞÎ ÎRADEYA JINAN BIKIN’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak jî binçavkirina hevşaredaran şermezar kir û wiha got: “Me vê sibehê jî çavê xwe bi binçavkirinan vekir. Em van zextan jî û qeyûman jî şermezar dikin. Em îro hatin vir lê nehiştin ji bilî çend kesan bikeve hundirê avahiya şaredariyê. Ev sepanek li dijî hiqûqê ye. Em sedemê binçavkirina hevşaredarên jin dizanin çi ye. Dixwazin li her qadê êrişî îradeya jinan bikin. Lê li dijî van çawa ku me duh têkoşîna xwe dewam kir em ê ji îro pê ve jî têkoşîna xwe bidomînin.”    Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.