Ceylan: Em qeyûman nas nakin 2019-11-15 15:46:39 AMED - Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan têkildarî tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Hezroyê diyar kir ku qeyûman nas nakin û ev tişt got: "Dixwazin bi qeyûman vîna me bigirin lê em ê destûr nedin vê yekê." Rêxistina HDP'ê ya Bajar a  Amedê, bi armanca şermezarkirina tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Hezaroyê, li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Hezroyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Pêşiya daxuyaniyê li navçeyê bergiriyên zêde hatin girtin û polisên tîmên taybet li kuçe û kolanan hatin bicihkirin.    'EM Ê DESTÛR NEDIN'    Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan, di daxuyaniya Hevşaredarê Hezroyê Ahmet Çevîk û gelek welatî tevlî bûn de axivî û tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê bi bîr xist û wiha got: "AKP-MHP bi awayekî neheq şaredariyan xesp dikin. Ew çiqas qeyûman tayîn dikin bila bikin, em ê wan û zihniyeta wan nas nekin û paş ve bişînin. Dixwazin bi qeyûman vîna me bigirin lê em ê destûr nedin vê yekê."   'KES BI ŞER SERNEKETIYE'   Di berdewama axaftina xwe de Ceylan bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt got: "Desthilatên dagirker û hêzên navneteweyî wan diparêzin, dixwazin aştî û aramiya di nav gel tune bikin. Kes bi şer û tundiyê bi ser neketiye. Em di aştî û demokrasiyê de israr dikin. Kes nikare vîna gelê kurd nas neke. Hûn ne bi çûyîna Amerîka û Rûsyayê, bi çûyîna cem gelê kurd dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Bi gelê kurd re yek bin. Em dikarin pirsgirêkên xwe bi bi awayekî demokratîk bi axaftin û diyalogê çareser bikin."