Di êrişa Tirkiyeyê de eskerê Sûriyeyê mir 2019-11-15 15:44:24 HESEKÊ - TSK'ê û komên çekdar ên girêdayî wê bi obus û hewanan êrişî gundê Menax ê Til Temirê kir. Di êrişê de eskerekî rejîmê jiyana xwe ji dest da û 2 esker jî birîndar bûn. Êrişên TSK'ê û komên çekdar ên girêdayî wê yên li dijî gundên Til Temirê berdewam dikin. Di êrişa TSK'ê û MSO ya bi obus û hewanan li gundê Menax ê Til Temirê de eskerekî rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û 2 esker jî birîndar bûn. Hate zanîn ku navê eskerê jiyana xwe ji dest dan, Ebdilîlah Eqîl (25) e û navên eskerên birîndar jî wiha ne: Elaî Etima û Ebdilfettah Etiya.