Li Taksîmê karkerekî înşaatê yê sûriyeyî birîndar bû 2019-11-15 15:06:54   STENBOL - Li Taksîmê di kêliya hilweşandina avahiyeke ku talûkeya hilweşandina wê hebû de karkerekî birîndar bû.    Li kuçeya Işık a kolana Îstiklalê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê, avahiyeke ku talûkeya hilweşandina wê hebû hat hilweşandin. Dê kêliya hilweşandinê de beşeke avahiyê bi ser karkerekî sûriyeyî de qelibî birîndar bû. Karkerê birîndar bi ambûlansa ku hat ciyê bûyerê rakirina nexweşaneyê. Hat hînbûn ku karker bi mişextî hatiye xebitandin.