Onlu: Bila komkujiya Dersîmê bi her awayî bê lêkolînkirin 2019-11-15 14:37:44   DERSÎM -  Parlamenterê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu, têkildarî komkujiya Dersîmê pêşniyarname da meclîsê û xwest Komkujiya Dersîmê bi her alî bê lêkolînkirin.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, bi minasebeta 82'emîn salvegera Komkujiya Dersimê pêşniyara lêkolînê ya Komkujiya Dersimê da meclîsê û xwest komkujî bi her awayî bê lêkolîn kirin. Di salên 1937-38'an de li Dersimê komkujî pêk hatibû. Di komkujiyê de Seyîd Riza, kurê xwe û hevalên xwe hatibûn dervekirin. 82 salan Pîr Seyîd Riza kurê wî û gelek lîderên eşîran hatin bidarvekirin. Yekan e daxwaza Seyîd Riza ê 15’ê nîsana 1937’an hate darvekirin û hemû Dêrsimê li ser axa xwe bi nasname, ziman û baweriya xwe bi azad bijî bû. Gotina Seyîd Riza a ‘Ez heq ji derew û fêlbaziyên we derneketim ev ji min re bû kul, lê min li ber we serê xwe netewand bila ev jî ji we re bibe kul’ rastiya heyî ya li holê raxist ber çavan. Serfermandarê Giştî yê wê demê Mareşal Fevzi Çakmak di 18'ê Îlona 1930'an de rapora Dersimê peşkêşî Serokwezîrê wê demê kiribû. Fevzi Çakmak xwestimû demek berî demekê Heraketa Eskerî li dijî Dersimê pêk bîne. Sedema herî sereke axaftina gelê herêmê ya bi kurdî û pêşketina zimanê kurdî ya li herêmê bû.    ‘70-100 HEZAR MIROV HATIN QETILKIRIN'   Onlu, da zanin ku di 4'ê Gulana 1937’an de Lijneya Wezîran pêşniyarnameya “Biryara Tenkîl a Dersîmê" derxistin û wiha got: "Piştî biryarname hat derxistin, di navbera 12 û 19'ê Gulana 1937’an de li dijî Dersimê operasyon pêk hat. Di 15'ê mijdara 1937’an de Seyid Riza û kurê wî yê 17 salî li gel 5 hevrêyen wî darvekirin. Li gorî daneyên dewletê 12 hezar û li gorî daneyên welatiyên Dersimê di navbera 70 hezar û 100 hezar mirovên Dersîmê hatin qetilkirin."    Onlu xwest ji bo aştiya civakî peş bikeve divê Tirkiye bi rastiya xwe re bê rûqalî hev. Onlu, xwest gorên Seyid Riza, kurê wî û hevalên wî yên hatin darvekirin bên dîtin û bi rastiya komkujiyê re rû bi rû bimîne.    Onlu, ji bo komkujî ronî bibe ji bo Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersiveîne pirsname da meclîsê.    “*Cigê gora Seyîd Riza û hevalên wî li ku ye? Ji bo vê yekê divê arşîvê dewletê bên vekirin.    *Ji bo gora Rêberê Gelê Dersîmê Seyid Rıza tune be, tê goğtin ku bedena wan şewitandine rast e? Ger ku rast be, bedena Seyid Riza li ku û ji aliyê kê ve hatiye şewitandin?    *Di navbera salên 1930 û 1940'an de nifûsa Dersîmê çiqas bû?    * Di navbera salên 1937/38/39'an de çend welatiyên Dersîmê hatin qetilkirin? Piştî komkujiya Dersîmê çiqas kes bi zorê hatin koçkirin. Koçî ku kurin?    *Zarokên keç ên ku ji malbatên wan qetandin, di arşîvê dewletê de navê wan diyar in? Çend zarokên keç ji bo ewladiyê dan?    * Ji bo rastiya komkujiya Dersimê ya veşarî bê lekolînkirin, maê ziman, çand û baweriya hatiye xezpkirin bê lêkolînkirin û bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne tu xebat heye? Ji bo Komîsyona Heqîqeta Dersîmê bê avakirin tu hewldan heye ?