Ji Paylan rexneya MEB'ê: Di pergala perwerdeyê de cih ji nasnameyên cûda re tuneye 2019-11-15 14:15:27   EQNERE - Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan di hevdîtinên budçeya MEB'ê de feraseta "yekparêzî" rexne kir û diyar kir ku di pergala perwerdeyê de nasnameyên din cih nagirin û wiha got: "Tişta ku tenê zanê; ermeniyan me di pişt de kêr kirin, ji ber vê yekê em neçar man bişînin. Kurd tenê li cihekî derbas dibe ew jî Cemiyeta Kurt Tealî ye."   Di Komîsyona Budçe û Planê ya Meclisê de li ser budçeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) tê axaftin. Ji bo budçeya sala 2020'an a MEB'ê  125 milyar û 396 milyon diravdanî hat veqetandin. Ji budçeya navendî ya sala 2020'an ji bo 129 zanîngehên dewletê yekûn 36 milyar û 50 milyon TL budçe hat veqetandin. Ji bo Lîjneya Bilind a Hîndekariyê (YOK) jî 95 milyon û 630 hezar TL hat veqetandin.    Di komîsyonê de Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan mafê axaftinê girt û bal kişand ser feraseta "yekparêzî" ya di perwerdeyê de. Paylan diyar kir ku li dibistana dewletê rastî mamoste û rêveberên ku ne di ferqa nasnameya wî de bûne hatiye û wiha got: "Tişta ku tenê zanîn; ermeniyan me di pişt de kêr kirin, ji ber vê yekê em neçar man bişînin. Ermenî kî ye, çawa dijî? nizane. Kurd tenê li cihekî derbas dibe ew jî Cemiyeta Kurt Tealî ye. Tenê ewqas li tu cihekî derbas nabe. Hê jî di pirtûkên waneyan de gotinên mîna van gotinan derbas dibin. Li şûna ku em kurd, tirk, ermenî û suryanî bi hev re bijîn, di pirtûkan rewşeke berovajiyê vê yekê heye. Çima me têkildarî perwerdeya pir zimanî tiştekî ji we nebihîst. Divê ku em di perwerdeyê de wekheviyê pêk bînin. Pêwistî bi feraseteke perwerdeyê ku herkes ji nirxên hev re rêz bigire heye."