Nûçegihanê me Omer Akin hat binçavkirin 2019-11-15 14:11:07 MÊRDÎN – Nûçegihanê me Omer Akin ê li navçeya Dêrika Mêrdînê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.  Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Omer Akin dema geşedanên têkildarî binçavkirina Hevşaredara Dêrika Mêrdînê Mulkiye Esmez dişopand, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Akin di çarçoveya lêpirsînek Dozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê wî de daye destpêkirin hatiye binçavkirin.    Akin piştî kontrola tenduristiyê birin Dadgeha Dêrikê.