Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergiz hat berdan 2019-11-15 13:41:39 MÊRDÎN – Hevşaredara Nisêbinê Semîre Nergiz a ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wê kirin û hatibû girtin di dawiya biryara navberê de hat berdan. Hevaşredarên Nisêbînê Semîre Nergiz û Ferhat Kut di 17’ê cotmehê de bi angaşta “Endamên rêxistinê ne” hatibûn girtin. Piştî hevşaredar hatin girtin qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û ji wezîfeyê girtin. Li ser girtina hevşaredaran lêkolîn hat kirin.  Lêkolîna girtinê bi danişînê pêk hat. Parêzer di danişînê de amade bûn. Hevşaredar Nergiz û Kut ên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tên ragirtin bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    NERGIZ BERDAN, KUT BERNEDAN    Di dawiya lêkolîna hat kirin de 2’yemîn Dadgeha Cezayê Silhê ya Mêrdînê derbarê hevşaredar Nergiz de biryara berdanê da. Nergiz bi şertê qedexeya derketina derve û ji mehê du caran biçe îmzeyê hat berdan.    Dadgehê derbarê hevşaredar Ferhat Kut de jî biryara dewama girtinê da.