Serlêdana parêzerên Ocalan a 710’emîn hat redkirin 2017-12-05 17:37:08   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin cara 710’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, lê serlêdana parêzeran dîsa hat redkirin.   Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Serbay Koklu û Cengîz Çîçek bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve bû 709 car parêzer ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serlêdanê pêk anîn. Lê serlêdana parêzeran a 710’emîn car hat redkirin.   Heta niha serlêdanên parêzeran a 710’emîn car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Koster xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û "Rewşa Awarte" hatin astengkirin.