Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em li ber kesên ku li hemberî we çok danenîn erdê pejna xwe ditewîn in 2019-11-15 13:12:46 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temllî, bi boneya  salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî daxuyanî dan û gotin: "Em li ber kesên ku li hemberî we çokên xwe danenîn erdê bi rêzdarî pejna xwe ditewîn in."   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bi boneya 82'yemîn darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ya 15'ê Mijdara 1937'an de li Dersimê pêk hat de peyamak weşandin.   Daxuyanî Hevserokên HDP'ê wiha ye:    "Em, Seyîd Riza û hevalên wî, di salvegera 82’yemîn a îdama wan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Di 15’ê Mijdara 1937’an de, ji ber ku Seyîd Riza û hevalên wî, pêşengiya berxwedana gelê Dêrsimê û gelê kurd ê elewî kir, lewma ew hatin îdamkirin. Bi vê îdamê xwestin ku berxwedana gel bişikînin.   Rêveberiya wê demê, ji bo ku Seyîd Rizayê 75 salî bikaribe îdam bike, temenê wî biçûk kir û ji bo ku bikaribe îdam bike, temenê kurê wî yê biçûk jî mezin kir û wisa ew îdam kirin. Wan daxwaza dawî ya Seyîd Riza bi cih neanî û ew li ber çavên kurê wî îdam kirin û dilê wî êşandin.   NEKARÎN SEYÎD RIZA BIDIN BÎR KIRIN   Ew îro jî gora Seyîd Riza ji malbat û gelê kurd ê elewî vedişêrin, lê Seyîd Riza di salvegera 82’yemîn ya îdamê de ji hişûbîra gelê kurd nehat derxistin û tunekirin. Çimkî bi îdam, komkujî, înkar û zextê nikarin berxwedan û têkoşînê têk bibin.   Em failên Komkujiya Dêrsimê û vî sûcê li dijî mirovahiyê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Em ê her û her berxwedana mezin a Seyîd Riza û hevalên wî di wijdana xwe, di aqlê xwe û di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.    DIVÊ RASTIYA KOMKUJIYÊ BÊ QEBÛLKIRIN    Komkujiya Dêrsimê rûpeleke reş û tarî ya vî welatî ye ku hê jî nehatiye ronîkirin û rûbirûbûnek nehatiye kirin. Divê civaka Tirkiyeyê bi vê dîroka reş, bi komkujî û bi zilmê rû bir û be û hesab bipirse. Rûbirûbûneke civakî dê rêya heqîqetê veke û aştî û demokrasiyê ava bike.   Em Seyîd Riza û hevalên wî yên ku li ber zilma dewletê serî netewandin û bi wêrekî ber bi mirinê ve çûn û ji dewletê re bûn derd û keder, di salvegera 82’yemîn a îdama wan de bi minet bi bîr tînin û li ber têkoşîna wan careke din bejna xwe ditewînin."